Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (182)
Lênîn denûsê: “Zordarî çendîn sed sale le gelanî kolonîyekan û lawaz le layen deselate Empiryalîstîyekanewe le lay komelanî zehmetkêşî ew gelane nek her tift û talî saz kirdûwe belkû her weha dirdongîşî saz kirdûwe le ast netewe stemkarekan be giştî u her weha be nîsbet prolêtaryay ew netewaneş..... Le layekî dîkewe her çend wulatêk duwakewtûtir bê be heman endazeş berhemhênanî piçûkî kiştukalî, ruhîyey bab meznî û xo tak hêştnewe û tek royî ziyatre,ke be şêweyekî xo lê nebwêr herçî ziyatir rîşedartirîn pêşdawerî wirde burjiwazîyane..... Behêz deka. Le ber ewey ke ew pêşdawerîyane tenê le duway le nawçûnî empiryalîsm û kapîtalîsm le wulatanî pêşkewtû û le duway goranî rîşeyî hemû binemakanî jiyanî abûrî le wulatanî duwakewtû le naw deçin, lenaw çûnî ew pêşdawerîyane be pêwîstî zor leserexo rû deda. Lêrewe bo prolêtaryaykomonîstû wişyarî ew wulatane wa başe ke be parêzî taybetîyewe û be serincdanî taybetî bo ser hestî neteweyî lew wulatane û le naw ew netewaney ke le hemwan ziyatir zordarîyan lê kirawe bibzwêtewe û hêndêk awans bida, bo ewey ew dirdongî û ew pêşdawerîyane bexêrayî birewênewe û nemênin. Be bê têkoşanî dilxwazaney prolêtarya û her weha hemû komelanî zehmetkêşî wulatan û netewekanî cîhan le pênaw beyek peywest bûn û yekgirtin da, nakrê karî serkewtin be ser empiryalîsm da be kota bê.” (Gelaley seretayî hêndêk têz sebaret be meseley netewayetî û kolonyalîstî – 1920).
Binemay boçûnî ême sebaret be meseley netewayetî her hemane ke Lênîn day riştûwe, belam le duway serkewtinî Şorişî Oktober û Şorişî Çîn, meseley netewayetî hatûwete naw qonaxêkî nwê we. Êsta debê le ruwangey şorişî dêmokratîkî nwê we çawî lê bikrê.*
*- “Êsta bo carî yekem rûn bûwewe ke rizgarî netewe zorlêkrawekan be bê
helbiranî tewaw le empiryalîsm, be bê rûxanî burjiwazî mîlîyete zorlêkrawekan,
be bê alugorî hêz û deselat be destewe girtnî komelanî zehmetkêşî ew
mîlîyetane her be zeynîş da naye.
Bew pêye dîdî konî burjiwazî prênsîpî mafî diyarîkirdnî çarenûs be duruşmî “Hemû hêz bo burjiwazî neteweyî" be dem şorişewe le qaw dira û tûr heldra.
Dîdî prênsîpî mafî diyarîkirdinî çarenûs be duruşmî ‘hemû hêz bo komelanî zehmetkêşî netewayetîye zehmetkêşekan’ zal bû û helsûra.
Bew pêye Şorişî Oktober kotayî hêna be bizûtnewey rizgarîderî burjiwazî neteweyî û qonaxêkî bizûtneweyekî nwêy sosyalîstî kirêkaran û werzêranî mîlîyete zorlêkrawekanî kirdewe. Bizûtneweyek ke dijî her zordarîyek – û lewane stemî netewayetî – be dijî deselatî burjiwazî çi ‘xomane’ û çi bêgane û be şêweyekî giştî dijî empiryalîsme.” (Stalîn – Şorişî Oktober û meseley netewayetî)
Hawrê Maotsê Tung amajey pê kirdûwe ke le dinyay emroda îdî şoriş dêmokratîkekanî corî kon le jêr rêberayetî burjiwazî da helnasûrê. Ewe şorişî dêmokratîkî nwê ye ke têyda gel le jêr rêberayetî prolêtarya da dest deka be şerêkî dirêj xayen ke le dê we dest pê deka û le şar kotayî dê û be serkewtinî hengaw be hengaw, duwacar wulat azad deka û rasterast berew sosyalîsmî tê deperênê.
Şorişî dêmokratîkî nwê dû nakokî bineretî komel wate nakokî gel le gel fêodalîsm û nakokî gel legel empiryalîsm çareser deka. Dêmokrasî cemawerî dademezrênê, hêze berhemhênerekan pere pê deda û pêwendîyekanî berhemhênan degorê. Şorişî dêmokratîkî nwê nawerokî şorişî neteweyî ke pêştir meseley burjiwazî neteweyî bû be tewawî gorî û manayekî nwêy pê da. Le çaxî ême da îtir şorişî burjiwazî neteweyî nalwê ke bituwanê meseley netewayetî çareser ka. Ewe prolêtaryaye ke pêy dekrê ew meseleye cê be cê bika. Rûne katêk ême basî dêmokrasî cemawerî dekeyn natuwanîn le ast azadî netewan bo diyarîkirdinî çarenûsî xo çaw dapoşîn. Dêmokrasî cemawerîş be dest prolêtarya şiyawî berêweçûne, ke bê ewey xoy lê bibwêrdirê mafî azadî netewanîş weber degrê. Xalêk ke nek her le astî hemû wulat le beranber empiryalîsm da, belkû le ast mîlîyete zorlêkrawekan le çuwarçêwey wulatêkîş da, şorişî dêmokratîk be şorişî netewayetîyewe delkênê, heman meseley werzêrane.
Ke wabû le ast mîlîyetî stemkêş le çwar çêwey wulatêkîş da wek kurdekan meseley netewayetî le binçîney xoy da meseley werzêrî ye. Ewe be dem rewtî ew şorişeweye ke debê meseley neteweyîş çareser bikrê.
Le qonaxî şorişî dêmokratîkî nwê da têorî pêgey sûrî hawrê Maotsê Tunge ke meseley neteweyî be şêwey konkirêt û le pêwendî çir legel meseley werzêran çareser deka. Pêgey sûr numûney wulatî azad kirawe. Lew nawçaney ke mîlîyete zorlêkrawekan têyanda dejîn çi zorbey danîştûwan pêk bihênin yan na, pirênsîpî bineretî azadî netewayetî û mafî diyarîkirdinî çarenûs be kirdewe heldesûrê. Be dem rewtî ew şorişeweye ke be her serkewtinêkî prolêtarya û gelanî zorlêkiraw hengawêkî dîke bo cê be cê kirdinî yekcarekî ew meseleye le astî sertaserî wulat da, hel dehêndirêtewe.
Stalîn delê: “Xalî serekî boçûnî Bolşuykî lewe daye ke Bolşuykekan hemîşe meseley netewayetî le ruwangey peywest bûnî cwê nekrawey be şorişewe debînin." êsta ke Markisîst – Lênînîstekanî Iran duruşmî xoyan kirdûwe be çûne gundan, çunke şanoy serekî neberdî prolêtarya lem qonaxey şoriş da heman dêye, destbecê erkêkî dû layene le beranber xoyanda debînin ke yekyan erkî giştî ye ke hemû gundekanî Iran weber degrê, ke le pêwendî legel ew da debê werzêran deng bidrên û berew xebatî çekdarane rêberayetî bikrên. Ewî dîkeyan erkêke ke le ast werzêranî ser be mîlîyete na Farsekan be estoweyane. Lêre da îtir tenê meseley fêodalî nawçeyî yan empiryalîsmî cîhanî man le pêş nîye. Lêre da meseley nakokî neteweyî werzêrî nawbiraw le ast dewletî koneperistî nawendîş heye.”*
*- ‘Meseley neteweyî le rûy nawerokewe meseley werzêran e. Nek meseley
kiştukalî belkû meseley werzêran..... Ewe be tewawî druste ke meseley neteweyî nabê be tewawî be meseley werzêran bizandirê. Çunke cige le meseley werzêran, meseley kultûrî neteweyî, dewletî neteweyî û htadîş weber degrê.
Belam her bew endazeye gumanî têda nîye ke binaxey meseley netewayetî û nawxoyî tirîn nawrokekey le heman meseley werzêran pêk dê. Lêrewe her weha rûn debêtewe ke werzêran erteşî bineretî bizûtnewey netewayetî pêk dênin û eweyke be bê erteşî werzêran bizûtnewey betiwanay neteweyî natiwanê hebê û mebest her eweye katêk ke delêyn meseley netewayetî le rûy nawerokewe meseleyekî werzêrî ye.” (Stalîn – Sebaret be meseley neteweyî le Yuguslawî; 1925)
Dirêjey heye…