Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (185)
10-Hîzb bo perepêdanî kiştukal têdekoşêt maşênî nwêy kiştukal bikrêt, Hîzb têdekoşêt ew dahatey ke ladêyekan wedestî dexen be başî bifroşrêt.
11-Hîzb têdekoşêt bo awedan kirdin û xawên ragirtinî dêyekan û tewawî ew kospaney Ke bo koç kirdinî Ladêyekan le dêyek ra bo dêyekî tir heye le nêwan la bibat.
12-Hîzb be bê le ber çaw girtinî cîyawazî netewayetî û qewmîyet û mezeb le jiyanî siyasî û abûrî û ferhengî û tendurustî tewawî ew zehmetkêşaney ke Le Kurdistan dejîn parêzgarî dekat.
13-Be amancî perepêdanî 'îlm û şaristanetî le nêw xelkî Kurdistan da, xwêndinî îbtîdayî û nawnicî debête îcbarî û le tewawî qutabxanekan debê xwêndin be zimanî Kurdî bêt.
14-be amancî berew jûr birdinî radey xwêndewarî û jiyanî şaristanetî gel, gelêk
kangay zanistî û kitêbxane û qeraetxane û kulûb û tiyatir û meydanî werzişî dademezrêt.
15-Tewawî ew memûre kurdaney ke le eyalet û wîlayetekanî tir le îdarekan û leşkir da kar deken debê bo Kurdistan bigêrdirênewe.
16-Hukûmetî mîlî be le ber çawgirtinî qazancî xoy legel dewletekanî tir û le nobey yekem da legel dewletî mezinî Şûrewî pêwendî ferhengî û abûrî radegrêt.
17-Hukûmetî mehelî Kurd le tewawî ew konfiranse beynelimlelîyaney ke bo jiyanî
beşerîyet dademezrên be gwêrey nufûsî xoy tewawî huqûqekanî dawa dekat.
18-Hukûmetî xudmuxtarî Kurdistan debê îxtîyarî emey hebêt ke îmtîyazî Kangakanî re'emel hêndiraw û re'emel nehêndirawî xoy le Kurdistan be her kesêkî bîyewê bidat.
Bendî çuwarem:
19 – Hukûmetî mîlî bo dabîn kirdinî pêdawîstîyekanî xelkî Kurdistan le
rêgeyekî herzan û bê derdî serewe berberekanîyekî be tîn be pêçewaney selem
xor û girancan û muhtekiran be rêwe debat.
20-Hukûmetî mîlî abûrî Kurdistan pere pê dedat û le tewawî şarekan Sen'at da demezrênêt. Debê destî bedferî îstî'mar le ser serwetî tebî'î ême bibirdirêt. Bo xoman debê lew serwete sûd werbigrîn. û le 'eynî kat da be qazancî beşerîyet bigeyênîn.
21-Debê le tewawî karubarî siyasî û abûrî û komelayetî da jinan wek pîyawan xawenî huqûqî beranber bin.
22-Mafî kemayetye netewayetîyekan ke le Kurdistan dejîn (Azerbaycanî, Ermenî, Asorî) be tewawî le ber çaw bigîrêt.
Hîzbî Dêmokratî Kurdistan, Azerî 1324
[ew meramnaye le ktêbî "pêdaçûnewe, Kerîmî Hîsamî, stokholm 1996" ragwêzrawe, wergêrane Farsîyekey “Tûde “dîsan wernegêrdrawetewe. amadekar]
[piştî berg] sêtareyê sorx (estêrey sûr) bixwênnewe, nawnîşanî postî ême:
Mme PAOLA DI CORI
C.P. 493 S.SILVESTRO ROMA , ITA
Şorişî be zebruzeng rêgay rizgarî gelanî Irane
Hêndêk beşî çend namey Simayol Şerîfzade
Sêtarêyê Sorx, jimarey yek, salî yekem, Banemerî 1349 [Awrîlî 1970] be boney
dûwemîn salî şehadetî Şerîfzade "– em mangey Banemerrî emsal, dûwemîn salî
şehadetî Simayil Şerîfzade ye. Ême debê bîrewerî ew rûnakbîre şorişgêrey Kurd be
Zîndûyî rabigrîn. Çunke ew nimûneyeke bo gişt rûnakbîranî wulatî ême. Ew lêbirawane
Le jiyanî rûnakbîraney şar helbira û berew cemawer çû. Legel ewan têkelaw bû. Le
beriztirîn şêwe da xizmetî pê kirdin. Ew çek bedest legel komelanî werzêr jîya û
xebatî kird. Ew ta duwayîn demî jiyanî be komelanî xelik wefadar bû, hemû şitî
xoy le pênaw ewan bexit kird. Ew qaremanane jîya û qaremanane şehîd bû. Simayil katêk
zankoy becê hêşt û çûwe Kurdistanî Iraq away bo hawrêyekî nûsî: "Belam emin her wek caran bew ewînewe dejîm û le pênaw eweş da narehetî zorim dîtûwe, êstaş halim waye, belam her le ser bîrubawerî xomim û ziyatir beheq bûnî ew rêgayem bo rûn bûwetewe û be hîway geyiştin be serkewtin dejîm". (Le namey 1965/2/13).
û ew katey deyanewîst le Kurdistanî Iraqewe bigerênewe Iran û xebatî çekdarane dest pê biken le nameyek da ke be îstî'are nûsîwye delê: "bira gîyan bo xot dezanî ke min xerîkî kar û kasbîm û le her cêgayek bazar gerim bê û kiryar zor bê barim le erzî dadenêm, û êstaş ke be daxewe wez'î êre bo kar û kasbî baş nîye be pêwîst dezanim şwênî kar û kasbîyekem bgorim û rû le kwêstan kem. Hoy serekî ew Koçe emeye lêre zor fişarman le sere û lêy dernabeyn seferekeman dûr û dirêje. Êsta Kwêstan naxoş nîye, hewre birûske zore û ziyatirîş debê (beharî 1967) û duwacar le duwayîn namey xoyda le naw xebatî çekdaranewe (seretay beharî 1968) denûsê: "lêre werzêran be germî piştîwanîman lê deken, wez' zor başe, eger bizûtnewe rêberayetîyekî dilsoz û durustî hebê detuwanê pirîşkeyek bê ke sertaserî Iran awir tê berda".
Bexêr bê bîrewerî Simayîl Şerîfzade
Serkewê xebatî gelî Kurd
Bijî yekêtî xebat xwazaney gelanî Iran
Dirêjey heye…