Mektebî siyasî çek denêrê bo Mela Aware

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 8 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • "Başe Kak Hemedemîn le cereyanî 46 – 47î da ke Kak Simayîl û Kak Suleyman û ewane tê da çûn, Zebîhî le 'Iraq bûwe le Bexda ta endazeyekîş zorî deselat bûwe."

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (132)

Hemedemînî Sîracî le witwêjêk legel 'Elî Kerîmî sebaret be jiyanî 'Ebdulirhmanî Zebîhî

Le Stokholm le  11/03/1995 le wulamî pirsyarêk da awa basî Sazmanî Înqîlabî û danî çek be bizûtnewey 67- 68 le layen mektebî siyasî Partî Dêmokratî Kurdistan deka:

'Elî Kerîmî: Başe Kak Hemedemîn le cereyanî 46 – 47î da ke Kak Simayîl û Kak Suleyman û ewane tê da çûn, Zebîhî le 'Iraq bûwe le Bexda ta endazeyekîş zorî deselat bûwe. Zebîhî hîç pêwendîyekî legel ew cereyane nebûwe?

Sîracî: Nexêr. Ême ceryanî 46 - 47 min û Suleymanî rehmetî [Mu'înî] çûyn bo îrtîbat legel hîzbî Şîw'î 'Iraq, degel hîzbî Tûde û eger bikrê degel Mîsr û degel wane. Ême qerarî ke dabûman be hîç cor xo le cema'etî mektebî siyasî kon nedeyn û hesasîyetî partî [Barzanî] tehrîk nekeyn û xo le hukûmetî 'Iraqîş nedeyn. Çun eto legel hukûmetî 'Iraq bî ew rêgayet lê debrin îdî. Ême her le ser ew qerarey min û Suleymanî rehmetî legel wey ewperî îhtiyac bûyn û cema'etî dîkeş bîstinûyan ke ême çûbûyn, Heso (mebest Heso Mîrxan e) û ewane deholêkyan helgirtbû ke ewane legel Cile û Bilen, wayan wanêk kird bû, Heso nameyekî nûsîbû bo Suleyman ke "dezanim êsta le amêzî Cile û Bile day"! Le katêkda ême xoman lewan deşardewe.

Mamosta [Zebîhî] ew wextî le Bexdaye bû, êmeş maweyekî zor le Suleymanî bûyn. Le Bexdaye ew demî mamosta giriftarî zor bû. Ême le Bexdayeş xoman deşardewe ke neyanbînîn. Heta Sedîq 'Elî ke yekêk le kadrekanyan ke êsta le Badînan mesûle û xuşkezay Ehmed ['Elî! H.Q]’Ebdula endamî berêweberî cema'etî kone, Ewe lew doste nizîkaney ême bû ke gîra bû le zîndanî Hîzbî Dêmokrat da, Mela Mistefa girtbûy. Ke êmey dî kutî deçim be biraderan delêm û dawaman lê kird, gutman kak Sedîq ême be nihênî hatûyn û be nihênîş degerêynewe nabê lay biraderan bîdirikênî.  Basî kirduwe yan na? Nazanim belam ême xoman lewan deşardewe, xoman debuward.

Boçî, ême legel Mela Mistefa û wanîş, nardman bo lay Mela Mistefaş, ew Dara Tofîqey rehmetî ke Be's kuştî, eme ewman narde lay Mela Mistefay. Radmenîş çûwe lay Mela Mistefay. Mela Mistefa gutbûy eger ewane eger degel Be'sî û degel cema'etî Celalî, yanî degel hukûmetî 'Iraqê ew demî Be'sî nehatbûwe ser kar. 'Ebdulrehman 'Arif bû, 'Ebduselamîş kûjrabû. Eger legel 'Ebdulrehman 'Arif û cema'etî Celalî nebin, emin karim pêyan nedawe, be dehol û zurna neyen bew sinûrey da, ba be nihênî bên û biçin emin karim pêyan nedawe, ewan karyan be min nedabê. Le Nasirî werdegrin, le Rûs werdegrin belam le Be'sî û ewane wernegrin.

'Elî Kerîmî: Meseley çek hênanî xalim be taybetî bo Mela Awarem bîstûwe. Hîç şitî wat bîstûwe?

Hemedemîn Sîracî: Dezanî ewe çi bû. Kake ewe ke ême le Kurdistanî 'Iraqê bûyn, ew cema'etî Dr.Laşayî û ewane hatbûn, bîstibûyan ke le Iranê hereket heye û ew kure Mistefa Nûranî çûbû xeberî dabûnê û ewane. De pêşda Mistefayan nardbowe bo Iranê [mebest rehmetî Mistefay Nûranî ye ke le Utrîş deyixwênd, herçend Muhsîn Rîzwanî le rêberanî serekî Sazmanî Înqîlabî delê ew pêwendîye be rêgay Selah Şemsîburhan damezrawe, H.Q.], duwaye boxoyan cema'etêkyan hatbûn, Dr. Laşayî û ewane ke bên îrtîbat legel ême bigrin. Ewane ke be Mam Celal û ewanyan gutbû, Mam Celal pêy gutbûn emin îrtîbatim legel ewane heye. Teqrîben pênc mang şeş mang ewaneyan ragirtbû gutbûyan ême nameman nardûwe ke dên. Bê ewey hîç îrtîbatêkyan degel ême bê. Ême ke hatîn û le Sulêmanî maweyek maynewe û çûyne Bexdayê û duwaye hatînewe Sulêmanyê her întîzarman dekird, dû car biraderanî ême le Iranê ra mela Rehmanî Kajêyî û ew mela Rehmanî Şîweselî, Mihemedî Resû Omeryan nardibû. Lew biraderane ke bên bizanin ême bo negerawînewe degel Suleymanî rehmetî. Ewane dezanin lêr û lewê debîsin, biraderanî ême, partî şayi' deka delê ewane hatûn çûne lay Celal Talebanî û ewane. Simayîlî rehmetîş [Simayîl Şerîfzade] kaxezêkî xest û xol bo Mam Celalî denûsê, pêy wa debê ême le lay wanîn nameyekî bo denûsê delê ke belê ew biraderaney ême hatûn, wezîfey însanî û kurdaney êweye ke yarmetî ewane biken. Ewey botan dekrê dirêxî meken û çi biken û çi biken. Ewîş namey Simayîlî le tenkî gîrfanî denê ke belê ewe legel êmen, be Laşayî û wanîş delê ewe ewane degel êmen. Xelîl Şewbaşîş ke dê deçête lay wan ke namey Simaylî hênawe bo wanî deba. Delê başe le kwên Suleyman û filankes? Delê, ewan bo memûrîyet çûn, bo îrtîbat çûn degerênewe. Exir rojêk îrtîbat, de roj îrtîbat, mangêk îrtîbat ke debînê ême her nagerêynewe, ewan xeberyan lêy nîye le çayxaney ew Cemalî Qeladizey, mamosta Cemal, le çayxaneyekey delê emin hatûm be duway ewanda, ewanîş diyar nîn, mangêke emin lêre sergerdanim. Delê kake ewe rast naken eger lêre bin, debê ewe le lay şîw'îyekan bin. Ew wexteş durust ew wexteye ke şîw'îyekan îxtîlafyan de beyn kewtibû. Delê be lay towe le lay kêhe şêw'îyekanin delê wela depirsîn le her dûk layan depirsîn. Wela be rêkewit deçin le yekêkî depirsin ke layengirî cema'etî 'Ezîzulhacîye, kabra diyare endamî rêkxirawî Suleymanîyeyan bûwe, belam legel 'Ezîzilhacî kewtûwe cînahî bilêyn çepyan. Delê wela dezanîn lêren, belam le lay ême nîn, le lay qiyaden. Yanî lêjney merkezî. Wela Xelîl Şewbaş hatbû legel cema'etî lêjney merkezî temasî girtbû, hatin gutyan biraderêkî awa hatûwe deyewê êwe bibînê. Gutman zor başe, çûyn Xelîl Şewbaşman dî gutî babe ewane deholêkî zelamyan helgirtûwe ke delên êwe degel êmen. Êwe degel wanin yan na? Gutman, na wela degel ême nîn û rast naken. Ca dew fasîley da qaçaxçî hebûn cema'etêkî Swêsnî hebûn ewane dehatin û deçûn. Ewane hatûn wecbeyek tifeng, duwazde tifeng bûwe, ya çarde tifeng bûwe be yekêk lew qaçaxçyane da be nêwî diyarî cema'etî mektebî siyasî kon bo Mela Awareyan nardo. Ewe be Mela Awarey geyiştûwe ke ême çûynewe temaşaman kird Mela Aware tifengekanî pêye. Gutman ewe çîye Mela Aware, gutî wela boyan nardûyn, gutî êmeş fîşekêk, guleyek le heway deqozînewe ewende tifengeyan bo nardûyn, gutman wela karêkî zor zor xirapû kirdo, diyare ême le haletêkî zor zor wanêk dayn û le îhtyac dayn û ewe dayn belam ême hîç rabîteyekman legel wan nîye û ême le êweşman wanêk kirdo ke ême bew şertey legel wane qise dekeyn ke rabîteman legel wane nebêt. Mela Mistefa qiseman legel kirdo way gutot, we hîzbî Tûdeş ême qiseman legel kirdûn, ewan muxalîfî îrtîbat legel wanen. Gutî taze çûwe, û kirawe û werman girtûwe çî lê bikeyn ewane. Taze kirawe belam qet'î dekeyn xilas bêt û ewane. Ca ême ew rabîteman nebû degel wan... 

Serçawe: 'Elî Kerîmî. Jiyan û Beserhatî 'Ebdulrehman Zebîhî (Mamosta 'ulema), çapî yekem 1999, binkey çapemenî Zagros, Guthenburg, swêd. Laperey 192- 224

Dirêjey heye .....

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.