Kemderfetî u kemayesîyekan

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 27 Gulan 2023 - 02:11

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (175)

 

Siyasetî ew raberayetîye le ast Mela Mistefa û Partî Dêmokratî Kurdistan [mebest balî mektebî siyasî ye; Hesen Qazî] wekû dû hêzî Kurd le Kurdistanî Iraq  lêl û nakok bû. Le layekewe aşkira bû ke Mela Mistefa dujminî ew bizûtneweye bû ke le Iran hebû. Ew wek hawpeymanî Şay Iran xoy nek her wekû guşar bo ser Iranîyekanî danîştûy nawçey jêr kontirolî xoy nîşan dabû belkû be dijayetî kirdin legel bizûtneweke û guşarî teblîxatî û me'newî bo serî xoy derxistibû. Ew nek her çend le kadre Iranîyekanî radestî rêjîmî Şa kirdbû, belkû hêze çekdarekanî jêr fermanî le 'emelyatî nîzamî be dijî partîzanekan beşdarîyan dekird û le 'emelyatî gemaro dan û serkut kirdin û rawnan be şêwey karîger legel erteşî Şa hawkarî dekird. Le layekî dîkewe ew wekû hêzêk ke sertaserî sinûrî Iran û Iraqî le kontrol dabû, metrisîyekî cîdî bû bo bizûtneweke.

Le katêkda Partî Dêmokratî Kurdistanî Iraq* [Mela Mistefaş be cema'etî xoy degut Partî Dêmokratî Kurdistan, belam lem nûsraweye da mebestî ême le Partî Dêmokratî Kurdistan girûpî wî nîye] helwêstêkî şorişgêraney hebû le ast ew meseleye. Ewan legel eweşda çend sal pêştir le Iran bibûne penaber, êsta be aşkira dijayetîyan dekird legel rêjîmî Şa û baweryan ewe bû xebat le Kurdistanî Iran nek her le ber layenî şorişgêraney debê piştîwanî lê bikrê belkû le ber eweş ke xebatî gelî Kurd le Iran piştîwanîyekî zor bineretîye bo şorişî Kurdekan le Iraqîş. Ewan her weha baweryan be yekgirtinî xebatî Kurd û 'Ereb le Iraq da hebû, be giştî pêyan wabû ke xebatî şorişgêraney hemû gelanî rojhelatî nawerast be yekdî bestirawnetewe. Sereray ew helwêstaneş hêndêk le rêberanî xebat le Iran nek ewey amade nebûn pêwendî dostane legel partî damezrênin, belkû le hêrşî siyasî û aşkira bo ser Mela Mistefaş detirsan. Siyasetêkî ewtoy nadurust le layekewe nek her karî ewanî hasantir nedekird, belkû lew rûwewe ke xebatkaran û cemawerî her wa le narûnî û le tarîkî siyaset wazî "serewe" da radegirt, be zererî xebatî çekdarane bû. Takuteray pêşkewtûy wek Mela Aware lew bareyewe boçûnî durusttiryan hebû, belam be daxewe ewe rêbazêkî zal nebû le bizûtnewey çekdarane da. Ew lêlî û narûnîye duwatrîş hêndêk zerbey le bizûtnewe da û lewane le duway kûjranî rêberanyan hêndêk le pêşmergekan çûne nawçekanî jêr deselatî Mela Mistefa le Iraq û lewê bûne penaber. Mela Mistefa çekî kirdin û hêndêkyanî dawe be dewletî Iran, lewane, ew girûpey le nawçey Lacan mabûwewe ke duway şehîd bûnî fermandekey Mirad Şîrrêj le jêr rêberayetî Sale Lacanî da çûne Iraq. Sale Lacanî û 12 kes le haw têkoşeranî le layen Mela Mistefawe dirawe be Iran û ê'dam kira.
Gewretirîn kemûkûrtî ke rêberayetî heybû nebûnî helsengandin bû le rabridûy Hîzbî Dêmokratî Kurdistan, kongirey duwem û çilonayetî peyda bûnî Komîtey Şorişgêr le rastî da her ew meseleye serçawey narûnî û lêlî bû sebaret be zor şitî tir. Ew rêberîye le ser binemay  kirdewey hawbeş le Iran, xebatî çekdarane, cebhey yekgirtû legel hêzekanî dîkey opozîsyonî rêjîm û şoriş le çarçêwey Iran da yekî girtbû. Le katêkda yekgirtin le ser zor meseley dîkey sipardbû be dahatû. Bê guman, heger rêberanî xebatî çekdarane yek be diway yek da şehîd nebûban ew meseleye be dem rewtî kirdewey şorişgêranewe be zûyî beêwe deçû. Siyasetî ewan bo rêk xistin û dengdanî cemawer hêşta le qonaxe seretayîyekanî xoy da bû. Teşkîlat le ser binemay karî ferdî perey pê dedra. Karî herewezî û karî piropaganday heraw hêşta nedekra.
Le rûy nîzamîşewe, sitratêjî û taktîk be qonaxe seretayîyekanî xoy da tê deperî. Binçîney kar, cûlanî hemîşeyî bû û ta ew cêyey helsûraba le têkhelçûn legel hêze dewletîyekan xo deparêzra. Karî serekî heman pêwendî here ziyatir legel werzêran û damezrandinî pêwendî teşkîlatî bû. Bew pêye be giştî sitratêjî parastinî pasîv berêwe deçû. Belam le hêndêk derfetîş kelik werdegîra bo hêrşî kutupir û guriz le dujmin dan û duwaye şwên gorîn ke ewe akamî başî hebû. Aşkiraye ke pirênsîpî nawendêtî nenasraw bû û girûpe partîzanîyekan ke her kamyan le nawçeyek heldesûran û tenanet girûpî nawçeyek dîsan be girûpî piçûktir dabeş dekra. Le rastîda ewan "torekeyan radexist" belam helumercêkyan pêk nehênabû ke be xêra "koy kenewe". Şikane nîzamîyekan le rastîda hemîşe le katî ewto da bû ke jimareyekî kem le layen dujminewe gemaro dedran û rêberan lew core cêyane da dekûjran.

Xebatî partîzanî le qonaxe seretayîyekanda eger le layen Markisîst – Lênînîstekanewe rêberayetî nekrê diyare le meseley pêge tê naga. Belam mirov hemîşe şer le rewtî şer da fêr debê. Nakrê çawerrwanî lew xebate bikrê ke beriztirîn astî sitratêjî û taktîk bizanê û dekarî bênê, belkû be dem rewtî peregirtinî xebatewe pere destênê û fêr debê. Xebatî Zufar, be başî ew rewtî peregirtine nîşan deda. Temenî qonaxî seretayî bizûtnewe le Kurdistan be daxewe kurt bû û neytuwanî ezmûnekanî xoy ko katewe û siyaset û sitratêjî û taktîkî xoy le ser ew binemaye rûntir û baştir bika. Le heman katda ew xebatkaraney lew bizûtneweye mawnetewe detuwanin le rabirdû fêr bin û be boçûnî durust bo durustîyekan û nadurustîyekan, pinktî erênî, kemayesîyekan û helekan û hoy şikanekan tê bigen û derse erênî û nerênîyekanî le qonaxî dahatû da dekar ken. Her wek ewey ke le dirêjayî ew maweyey da ke ew pêşmerganey lew bizûtnewe mabûnewe le dewrî yekdî ko bûnewe û le nizîk sinûrî Iran be yarmetî dostanî xoyan penayan girt û gîrsanewe, û be yarmetî hawrêyanî sazmanî ême tuwanyan astî wişyarî xoyan berew jûr berin û be giştî zor le bîr u ray nadurust be taybetî ewey lemer pêwendîyekanî nawxoyî bû, rast kenewe.
Belam ewe be hîçcor beş naka çunke fêrbûnî rasteqîne be dem kirdewe heldesûrê û delwê. Destpêkirdinî qonaxî dahatûy xebatî çekdarane le Kurdistan nîşan deda ke ewan çende tuwanîwyane le rabirdû ders werbigrin û ewe awêtey helumercî taze biken. Rêberayetî ew raperîne le naw cemawer û legel ewanda dejya. Şêwey jiyanyan sade û sexit bû. Ew şêwe jiyane ewanî be cemawerewe likandibû. Jiyanî hawbeşyan bibûwe hoy ewe cemawer ewan le xoyan bizanin.

Dirêjey heye… 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.