Ji 3 zimanan 3 roman

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 31 Tebax 2021 - 23:57

Wêjegeh Amed, bi projeya “Girava Wergerê” daniye ber xwe ku pratîka wergerê û perspektîfa ekorexneyî ya di warê wêjeyê de, ligel hev pêk bîne. Ev proje bi sernavên “Girava Wergerê û Ekokrîtîk” qada gengeşekirina xwe li ser hizra rexneyî û afirîneriya di warê ziman û wêjeyê de ava dike.

Ev projeyê Hezîrana îsal de dest pê kir û ew ê heta Mijdarê bidome.

Di vê çarçoveyê de, 3 romanên ji nivîskarên jin ên ji zimanê Elmanî, Swêdî û Ingilîzî li Kurdî bên wergerandin û weşandin. Di dawîya pêvejoya wergerandin û weşandinê de, nivîskar û wergêr, wê digel hev gotûbêjan bikin û li ser pêvajoya wergerandinê biaxivin.

Pirtûk wê di nav rêza Cervantesê ya Weşanxaneya Lîsê de bên weşandin ku gelek berhemên ji wêjeya dinyayê di vê rêzê de hatine wergerandin û weşandin. 

Wêjegeh Amed girîngiya wergerê wiha tîne ziman, “Wergêr, di her kêliyê de, li sînorên maddî û sîstema ekokulturî ya zimanê armanc dipelîne û di zimanê jêder de wekî ekosîstema maddî û çandî car din heyî dike. Bêguman, ev awa raguhastin, pêwîstî pê dibîne ku bi livdarî û awayê zindîmana zimanê armanc bihise û pêşî lê fireh bike. Ev lihevrasthatina li ser sînoran, dike ku pevtêkiliya etîk û estetîk, ya ku hemû dengên heyînan digel hev danîne û tê de ketine nava hev, bi jihevcudabûna xwe ve, li sînoran bixe; pê re jî şiroveya jêder û dînamîka şîpê bike û jê lihevnêzikbûna organîk û înorganîk çêbibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.