Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (174)
hsghazi@gmail.com
Simayîl Şerîfzade û 'Ebdula Mu'înî ke cewantir bûn her kameyan fermandey partîzanekanî nawçeyekyan be estowe bû. Ew rêberayetîye le rastîda mîratgirî xebat le nêwan dû hêl û rêbaz bû le Hîzbî Dêmokratî Kurdistan da. Belam qanûnî binçîneyî diyalêktîk yanî dûfaqîbûnî taqane lêreş da we rast gera. Le naw komîtey şorişgêr bo xoşî da dû bal lêk dekrênewe ke bale çepekey arastey Marksîstî – Lênênîstî heye.
Temenî dewrey yekemî ew rêberayetîye be daxewe kurt bû û rêbazekan be rûnî xoyan dernexist. Bellam ew dewreye le heman kat da dewrî xoy wekû pêwajoyekî girîng bo nîşandanî arastey dabêy pêgeyiştin gêrawe. Her êsta xebate îdêolojîyekan û rîzbestinî ewan be şêwey hêlêk ke arastey Marksîstî – Lênînîstî heye, deyewê sinûrî diyarî hebê legel rêwîzyonîstekan, Mela Mistefa û hemû koneperistekan û rêy le wan cwê katewe û le ast ewe da hêlêkî dîke heye ke le hewl dan bo yekgirtin legel rêwîzyonîstekan, Mela Mistefa û balî rastî kongirey duwem, xoy derdexa.
Mutalay em pêwajo girînge wate dewrey xebatî çekdarane û hêle siyasîyekanî rêberayetîyekey lew ruwewe, bo dîtnî peresendinî duwatirî xebat le Kurdistanîş girîngî heye. Hewlî ême eweye be leber çawgirtinî ewey ke hîç medrek û belgeyek le layen ew rêberayetîyewe bilaw nekrawetewe [cige le bilawkrawey " Tîşk" nebê ke nazanîn çend jimarey lê derçûwe. Hesen Qazî] û be leber çawgirtinî ke ciyawazî bîr u ra lemer mesele cor be core siyasîyekan da le nawyan da kem nebû, dîsan bituwanîn le gişt boçûnekanî ewan, şêwey bîrkirdnewe û qisekanyan ew hêle siyasîyaney ke le serî rêk kewtibûn û her weha hêndêk le kemukûrîyekanî wêna bikeyn:
Hêle serekîyekanî siyasetî rêberayetî xebatî çekdarane
Rêberayetî xebat lew rastîye tê geyiştibû û be lêbirawî le serî yekgirtû bû ke "deselatî siyasî" le lûley tifengewe dête derê. Ewan le xebatî xoyan da le ast Şa û hukûmetî konepersitî Iran boçûnêkî lêbirawaneyan hebû, ewyan be dujminî xwênxorî gelî Kurd û hemû gelanî Iran dezanî û biryaryan dabû ta pay merg dirêje biden be xebatî le aştî nehatûy xoyan.
Şorişigêre Kurdekan be durustî empiryalîsmî cîhanî be serkirdayetî empiryalîsmî Emrîkayan be dujminî jimare yekî gelanî cîhan nasîbû û sebaret be xebatî dijî empiryalîstî gelan û be derecey yekem gelî Vîyêtnam hestî birayetî û hawxebatîyekî qûlyan hebû, û ewe çi le naw rêberayetî û çi le naw partîzanekan û yan le naw xelik da debîndira. Ew werzêraney ke radyoyan hebû tenanet nawî hêndêk le şarekanî Vîyêtnamîşyan dezanî û basî duwayîn dengubasekanî şeryan dekird le wênderê. Gelî Vîyêtnam wekû remzî qaremanî, yekgirtin û azayetî peyta peyta le layen ew werzêranewe pesin dedra ke le kêw û çyay xoyan der nekewtibûn. Carî wa bû axyan heldekêşa û deyangut, "Birya êmeş wek ewan bûbayn", ewe awatî têkoşerî gel nîşan deda û nebûnî rêberayetîyek ke bituwanê ew awate le buwarî durustî xoyda berew pêş berê û şiklî bidatê.
Ewan bêz u qêzyan le fêodalîsm, axakan û xawenmilkekan debûwewe, be taybetî Mela Aware û Şerîfzade dujiminanî qesteserî erbabekan bûn. Carêk basî xawenmilkêkî nîştmanperwer hate gorê. Mela Aware destbecê gutî: "Emin wek şorişgêrêk natuwanim bawer be kesêk bikem ke xawenî bistêk zewî bê ". Diyare lêre da mebestî Mela Aware lew werzêrane nîye ke pele zewîyekyan heye, belkû le layekewe pişt bestinî tewawî wî be werzêre hejare bê zewîyekan nîşan deda û le layekî dîkewe riq û kîney le aştî nehatûy wî le ast çewsêneran degeyênê. Şape û gape be dijî axakan hemîşe hebû û hemîşe bas basî xebatî pêxwasekan be dijî çewsêneran û dewlemendan bû. Belam le heman kat da rehendî çînayetî xebat nemeyî û be şêwey durûşimgelî konkirêt der nekewtin û duruşmî bineretî le mer zewî be şêwey aşkira gelale nekrabû. Ew duruşme bineretîyey ke le ser binemay wî teblîx dekra her azadî neteweyî bû. Le jêr duruşmî azadî neteweyî da be giştî xudmuxtarî Kurdistan le çuwarçêwey Iranda dexwêndirayewe. Cemawerş be paldanewe bew nerîtaney ke hebûn be giştî bizûtneweyan wek rizgarî neteweyî dedî. Kemayesî bineretî ew bizûtneweye lêk nebestinî konkirêt û aşkiray xebatî çînayetî be dijî fêodalîsm le xebatî netewayetî û rûn nekirdnewey ew meseleye bû.
Sebaret be gelan û hêzekanî dîkey opozîsyon boçûnêkî serekî durust hebû û ewîş ewe bû ke şorişî Kurdistan le çuwarçêwey şorişî hemû layeney Iran û le yekgirtûyî legel gelanî dîkey Iran da dekrê ser kewê. Le ser ew binemaye rehendî yekgirtin û hawkarî legel hêzekanî dîkey opozîsyonî Iran bo şorişigêre Kurdekan le gorê da bû û eweyan be pêwîst dezanî. Belam lew bareyewe komelêk bîr u ray ciyawaz hebû. Şerîfzade rûnakbîrî pêşkewtû û şorişigêr bawerî be pirênsîpekanî Markisîsm bû. Be pêy ew helwêste durustey ke heybû dijî hawkarî legel Komîtey Nawendî Hîzbî Tûdey Iran û rêwîzyonîstekan bû. Belam hêndêk le rêberanî dîkey ew cûlaneweye, be taybetî hêndêkan ke le nizîkewe le xebat da beşdar nebûn belam be corêk pêwendîyan pêwey hebû zor tund le jêr kartêkerî bîr u ra û îdêolojî rêwîzyonîstekan da bûn. Ew nakokîye awa xoy nîşan deda ke ew dostane le layekewe pêşwazîyan le sazmanî ême kird û destî dostayetî û birayetîyan berew ême dirêj kird belam le layekî dîkeşewe hawkarî legel rêwîzyonîstekan le bernameyan da bû. Ta ew katey ke xebatêkî çekdaraney tund de gorê da bû, diyare rêwîzyonîstekan neyan dewêra beşdarî têda biken. Belam le duway kotayî xebatî çekdarane û be taybetî le duway şehîdbûnî şorişigêrtirîn rêberekanî, dekrê pay rêwîzyonîstekan bikrêtewe bo naw bizûtneweke û ewan deyanewê ke le rîzî têkoşeraney gelî kurd da nufuz biken û jarî dijî şorişigêraney xoyanî tê werden.
Le ber ewey ewan xebatî çekdaraneyan hel bijardibû û be durustî le ladêwe destyan pê kirdbû ewe xoy qutabxaneyekî baş bû bo têkdanî helwêste rêwîzyonîstîyekan le bîr u ra da. Ta ew katey xebatî çekdarane hebû, xebat be dijî rêwîzyonîsmî Komîtey Nawendî [mebest komîtey nawendî Hîzbî Tûde ye, Hesen Qazî] le ser binemayekî berçawî ew xebate û pêwendî legel cemawerî gel zor hasan bû.
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Zemîney pêkhatinî Komîtey Şorişgêr
13 gulanê
Nasandinî Komîtey Şorişgêr
15 nîsanê
Tûdê organî têorî sazmanî înqîlabî
1 nîsanê