- Seyd Rehman nazanim agam lêy nîye degel kak Sadiqî ewane berastî nazanim mawin yan na? Mam Birayim nemawe.
Sazmanî Înqilabî u Kurdistan(148)
Seyd Rehman nazanim agam lêy nîye degel kak Sadiqî ewane berastî nazanim mawin yan na? Mam Birayim nemawe. Mihemedî biray mam Xidir Hîran mawe. Xalîd Helweyî mawe, Ehmed Nestanî mawe û xwarzay Hesen Elyasîş be rastî nazanim mawe yan na, Resûl Nelasî.
Aya lew dewre siyasî û 'eskeryane da kesî wa hebû legel Sazmanî Înqilabî bikewê?
Welahî hawrê Siyaweş be rastî emin webîrim naye kesêk çû bê bo wê berastî webîrim naye nazanim. Daxwa kes çû yan na. Bo cuwabî ewey ke kesyan degel kewtûwe bo cuwabî ewey ke ew dewre siyasîye ewe bû bilêyn ême fişarman hêna bo Kak Kawe bo ew lêjneyey ke lewê bû, lêjney ke helman bijard bû lewê bilêyn biraderan pêyan xoş bû biçin lewê beşdarî şer biken, fêrî şer û şitî wa bin, ew demî ême gencêk bûyn taze pê degeyiştîn pêman wabû nakrê ême her danîşîn û bixoyn û fêrî hîç şitêk nebîn hîç şitêk nezanîn ke geraynewe bo nawçe, ca ewe bû ke fişaryan zor le ser bû, le duwaye kak Kawe legel ew biraderane qisey kird bû ewanîş we'dyan pê dabû çunkî ewan îmkanyan hebû mîwanî Mam Celalî bûn îmkanî ziyatiryan hebû le ême ke kilasêk danên bo ew biraderane.
Nawî kame le mamostakanî ew xulanet le bîr mawe?
Welahî wekû naw, şeş hewt nefer bûn ew biraderane, le xudî meqerî Mam Celalî bûn jûrêkyan hebu, dû jûryan hebû, jûrêkyan karî întîşaratyan lê dekrid, ew kitêbî Maoyan giçke dekirdnewe deyan nardin bo daxîlî Iranê. Ca dû nawim le bîre , kesêk be nawî Îbrahîm [mebest nemir Dr.'Elî Sadiqî ye, amadekar] bû, yekêkîşyan be nawî Dr. Mirad[ mebest şehîd 'Eta Hesen Axa Keşkolî ye. Amadekar]. Ewey ke dersî be ême degut bo mawey mangêk emin boxom beşdarîm kird, derseke berastî her basî Mao û fikrî Mao, Mao çon serkewit u taktîkî şerekanî Mao, de zemanî Mao da çi taktîkêkyan be 'emel hênawe serkewit. Emin beş be halî xom zor sûdim lew dewreyey wergirt. Hemû rojêş nebû, mangêk berdewam bû, duwaye ême royiştîn bo piştî cebhe çun Mam Celal îcazey da deygut eger êwe biçin êwe mîwanî minin kesêk şehîd bê ya birîndar bê emin heyam deçê Mam Celal way gut. Dr. Mirad û kak Îbrahîm ew dû naweyan hebû nazanim nawe eslêkeyan çi bû.
Ew biraderey ke be nawî Dr. Celal û mela Hesen hate lay pêşmergekanî destey Şerîfzade û her weha mela Aware be texmînî berêzt çend lewê mawe?
Ewey ke min agadar bim ew biradere lew mentîqey nêwî Dr. Simayil bû, pêyan degut Dr.Simayil yek hefte mayewe, le duway yek heftey gerayewe bo Bekrecoye. (Diyare lêre wulameke wurd nîye, çunke şadrewan Laşayî ber le hatinî ew desteye çû bû bo lay Şerîfzade û Aware, têbînî amadekar)
Xeslet û cûlanewe û helsukewtî ew biraderane legel êwe û pêşmergekanî Talebanî çon bû le Bekreco?
Wela ca ewan berxurdyan zor baş bû, berxurdêkî zor başyan hebû û heta detwanim bilêm ewan ewey ke min lêy halî bûm lew serdeme da diyare emin temenêkî kemîşm bû belam lew serdeme da ewan deyanwîst be rastî herçonêk bê ew fikrey xoyan le naw ême da ronîşênin le ber ewey bilêyn bo maweyekî zorîş ewaney ke deyan tuwanî Farsî bixwênnewe kitêb û şitî wayan bilêyn le meqerî ême zor zor bû bilêyn î wan deyan nard boyan denardîn û le duwaye weryan degirtewe. Ewan însanî zor baş bûn xizmetî zoryan pê dekirdîn le barî tendrustîyewe bilêyn derzî û nexoşî ewane ke debû ziyatir ême deçûyne lay wan heta bo lay dukturî le Silêmanî yê. Debû îcazeman wergirtiba biçîne Silêmanî. A ca bê eweş î meseley 'eskerîyekey belam berastî xom beşdarîm nekrid. Dû def'e cema'etêkyan, grûpêkyan debirdin bo piştî Bekrecoye û lew şax û tepolkane, ewaney ke dehatnewe ewan bo minyan gêrawe ew biraderane deyangut lewê bilêy çon le şer dan û senger bendî yan dekrid û fîşekî manorîşyan pê dedan ke lewê teqe û şitî waşyan dekrid, ca dû def'e ew kareşyan kird, diyare fîlmberdarîşyan dekrid wa bizanim ewan le rêgay xoyanewe îstîfadeyan lê dekrid. Lewêş her le beyannamekan da deyanûsî ewe pêşmerganî betalyonî şehîd Qazî Mihemedî le daxlî Iranê da dij be rêjîmî şa decengin.
Başe ey Hamîd beg û ewan cema'etî Hamîd begîş meqerekeyan nizîkî êwe bû?
Belê Hamîd beg û Mistefa beg cîran bûyn be rastî meqerekeman pêkewe bû, belam ewan zor dûreperêzyan dekrid berastî nazanim îdî bo? Bibra bibra têkelawîyan legel ême nedekrid her ewende bû meqerekey ême wa helkewtibû ewan cîranî ême bûn ke le bazar u çayxane u cêy wa dehatnewe be pêş malî me da dehatnewe deçûnewe meqerekey xoyan belam ewan wekû pêşmergêkî resmî Celaliyan le hemû şerekan beşdariyan dekrid. Belam ême sabît bûyn lewê, heta ke royiştin bo deştî Şarezûr bigrin bilêyn cema'etî mam Celalî kesêk be nawî Qadir Qadir fermandey Qeredaxî Mela Mistefay bû, kabrayekî zor aza û be nawbang bû şêst neferî bijardey helgirtbû ke bê hem meqerî Mam Celalî bigrê hem sicnîş bigrê hate serman be daxewe lewê Hesen Mîne birîndar bû, şer kira belam diyar bû ewan kuşteyan dabû, cenazekeyan rakêşa bû bo xelkî dêş bo sibeynê ra nizîkî hebû basyan dekrid deyangut cenazeyan pê bûwe. Birîndaryan pê bûwe ew Qadir Qadre Koyî şitêkî waye leqbêkî Koyî şitêkî way pêwe bû ew birîndar bibû şêst neferî hêna belam be xoşîyewe ke ême selamet derçûyn her ew ziyaneman hebû ke ewîş Hesen Mîne bû dena kesêkî dîman birîndar nebû.
Goderzî: başe dey le layen kak Hesenewe zor spast dekem bo xoşim her wa le layenî xoşmewe rojit baş û zor sipas bo beşdarît.
Emnîş sipasî êwe dekem zor sipastan dekem.
Dirêjey heye...
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî şeşem
25 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî pêncem
18 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî: Beşî Çuwarem
11 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî - Beşî sêyem
4 sibatê
Wutuwêjî Kuruş Laşayî - Beşî dûwem
28 Çileyê