Beşî Dûwemî Bîrewerîyekanî Bekir Hisên

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 12 Mijdar 2022 - 02:27

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (150)


hsghazi@gmail.com

… Êmey layenî Kurdî, ke salanêkî zor bû, ziyad le pêwîstîş xerîkî pakkirdnewey zimanî Kurdî bûyn le wise u zarawey 'Erebî û katêk le diyalog û peywendî legel hawrêyanî sazman da deman bînî zor wişey 'Erebî le Farsîda heye û waman debînî ke zimanî kurdî parêzrawtire le Farsî, hendê car wek galtekirdnî xoşî (su'bet) pêman degutin, reçelekî zimanman yeke û belam wa diyare Farsî liqêke le zimanî Kurdî. Leweda kak Qubad weramêkî zor cuwanî damewe, gutî: ziman jimareyek kod û sîmbol û amrazî lêktir têgeyiştinî mirovekane ke legel geşekirdnî mirov da geşey kirdwe. Ew Farsyey ême bekarî dênîn, ew kare dekat boye giring nye jimareyek wişey bêgane u 'Erebî têda bêt, êsta ew wişane hemûy beşêkin le zimanî Farsî.

Hawrêyekî tiryan (Kak Sefa) ke ziyatir le serdanekanî Bekreco da deman bînî û wabzanim genctirînyan bû, le goranî gutinda dengî xoş bû, zor car dawaman lê dekird, (Mera Bêbûs) man bo bilêt, Mera Bêbûs têkst û awazêkî efsûnawî hebû leserman û zor hezman lêy bû, boye her zû êmeş fêrî bûyn. Şehîd Fazîlî Mela Mehmûdîş herweha dengî xoş bû, zor zîrek û zor be peroşî fêrbûnî hemû zanyarye siyasî û ferhengyekan bû, Farsiyekey ta radeyek baş bû, salanî duwatirîş le hendê bone da ew goranî Mera Bêbûsî bo degutîn. Necmedîn 'Ezîzîş (Salar 'Zîz) ewîş her baş fêr bûbû, legel zor le goranyekanî Heme Salih Dîlan, ke zor lêhatûwane û be dengêkî zor xoş boy degutîn. Bew şêweye lew serdeme da, êmey kadîranî Partî balî M.S. [Mektebî Siyasî] be hemasetêkî zor û geşbînî be ayendeyekî baştir, mestî hawxebatyekî efsûnawî pir endîşe û ferheng bûn û zor xerîkî xwêndnewe û nûsînîş bûyn ke govarî Rizgarî beşêkî zorî ewey girtibwe xoy.

Bêguman, her le seretawe  hokarî durust bûnî peywendî nêwan kadîranî sazman û legel hendê le serkirdekanî Partî Dêmokratî Kurdistan balî M.S. be taybetî Mam Celal, hawpeymanyek bû leser binaxey hellwêst û berjewendî hawbeş dijî, rijêmî şay Iran û hêzekanî Mela Mistefa (partî balî Mela Mistefa) ke le şar u nawçekanî Kurdistanî ‘Êraq (Başûr), ewendey şer u pelamaryan dijî ême bû, ewende dijî hêzekanî rijêmî ‘Êraq nebû, lew kataneda, ewan be fermî peywendyan legel rijêm hebû, wek haletî ne şer û ne aştî, kadîrekan û rojnameyan le Bexdad hebû, belam hêrşî lenawbirdin û kuştinî (îxtyalat)î naw şarekan hemûy bo lenawbirdinî kadîranî ême bû, le heman katîş da, berdewam bûn le çawdêrî û geran be duway kadîran û serkirdekanî Hîzbî Dêmokrat û ewendey boyan kira lêyan kuştin û hendê meytekanyan be mirdûyî yan zîndûyî teslîmî rijêmî şay Iran kird.
Leber ew hoye bû ke hawrêyanî Sazmanî Înqîlabî, hêzekanî Mela Mistefayan wek hêzî rijêmî şa hîsab dekird, le herdû berî sinûr û wek seretayek bo amadekarî û rahênanî xoyan bo ayendey bizûtneweyekî çekdarî û şorişgêrî bo gorînî rijêmî şa, le cebhekanî hêzekanî partî balî M.S. amadebûnyan hebû, çek leşan bûn û  hawbeşyan dekird le bergirî, katî hêrş û pelamarekanî hêzekanî Mela Mistefa. 

Kadîranî Sazmanî Înqîlabî Maoyetekeyan be corêk tundrawî aydîyolociya (dogmay aydîyelociya) bû, birwayan wabû ke şorişî ferhengyekey Mao, legel nûsîn û gutekanî Mao rêbazêkî rast û pîroz bêt û be gwêrey eweş kitêbe sûreke (Bijardeyek le gutekanî serok Mao) core pîrozyekî pêdra bû, derbarey ewe rûdawêkî seyr rûy dabû ke Kak Sefa boy gêraynewe, ke le danîştinêkîda le Bekreco le naw pêşmergeda, pêşmergeyekî law be hele fîşekêk ledestî derçûwe be arastey singî Kak Sefay kadîrî sazman, belam xoşbextane, kitêbe sûrekey Mao le gîrfanî ser singîda bûwe u fîşekeke leweda degîrsêtewe u kunawderî nakat û bewe kak Sefa le mirdinêkî tewaw, rizgar debêt. Kitêbekey helgirtbû be nîwkunkirawî  {simrawî} pîşanî dayn. Nazanim be rast yan galte, pêşanî dayn, ke çon kitêbekey Mao giyanî le mirdin rizgar kirdbû.

 

Bûnî ewan le Bekreco û Silêmanî çi şwênî dana le ser bizûtnewey çep û balî çepî Mektebî Siyasî Partî Dêmokrat dew serubendî da?

Diyare hokarî peywendî û pêkgeyiştinî hîzbekey ême (be hoy çalakyekanî Mam Celalewe) û Sazmanî Înqîlabî, ewe bû ke her dû layen leser rewtî aydîolociyay çepgerayî bûwe, belam ciyawazî ewan, lewe da bû ke ewan aşnabûbûn be rêbazî Maowî, leweşda karîgeryan hebû le ser arastekirdnî rewte çepekey ême, berew Maoîzm. Le helumercêk da ke zemîney rexsaw hebû bo ewe. Diyare lew serdemeda, cige le ême le ser astî cîhan be giştî, ew rêbaze layengiranî belay xoyda rakêşabû.
Her wek le pirsyarekeş da amajey bo kirawe, ew baley partî layengranî M.S. rewtêkî çepî bizûtnewey rizgarîxuwazaney Kurd bûn, diyare her eweş way kirdbû, ew peywendî û haw xebatiyey nêwan herdû la, durust bûbû. Marksîzm aydîolociya û cîhanbînîyekî nêwneteweyî ye û bûn û karîgerî hebûwe û heye le hemû komelgekanî cîhan da. Belam aya Sazmanî Înqîlabî çî nwêyan pêbû ke şayenî zanyarî bûbêt û karîgerî hebû bê leser rewte çepekey kadîranî layengranî M.S. û akamekanî, hewil dedem le xwarewe da, be kurtî basî lê bokem: 

Partî balî M.S. her le seretay damezrandinyewe,1946 partêkî berey çep bû, le têkelbûnî dû partî Şoriş û Rizgarî pêk hatbû ke herdûkyan çep bûn û diwatir (J.K îş liqî Kurdistanî 'Êraq) ke mamosta Birayim Ehmed lêpirsrawyan bû, ke xawen bernamey rizgarî nîştîmanyan hebû, ewanîş têkelî partyeke bûn.
Le duway dûberekî naw şoriş û naw hîzbeke û lêktirazanî Mela Mistefa û serkirdayetî hîzb û mektebî siyasî salî 1964, be hokarî rêkewtine (boş)ekey Mela Mistefa û serokî 'Êraqî ew kat 'Ebdulselam 'Arif kadiran û roşinbîranî hîzbeke, be tewijmêkî ziyatirewe le caran xerîkî çalakî ferhengî û perwerdeyî siyasî û aydîolociya bûn û ziyatir hewlî ciyakirdnewey profîlî û întîmay fîkrî bûn legel Mela Mistefa û şwênkewtûwanî. Boye û peywendî û têkelawî legel kadîranî sazman hawzemanî helûmercêkî guncaw bû, be taybetîş, hem sazman û hem layenî ême hokarî xoman hebû.
bo dijayetî rijêmî şay Iran, ême leber ewey rijêmeke piştîwanî Mela Mistefa û ecenday xoyan bûn û be hukmî helwêstî Mela Mistefaş, Iran le helwêstî dujmin da bû bo ême. Gurûpî sazmanîş wek opozîsyon û hewl û xebatyan bo ewey bibne bedîlî rijêmî şa.

Dirêjey heye

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.