Bar u doxî pêşmergekan u yarmetî cemawer


Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 3 Hezîran 2023 - 00:08

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (176)

hsghazi@gmail.com

Hêndêk car ke cemawer pêşmergekanyan nedenasî, le ruwaletî cilubergyanewe pêyan wa bû ewan çirîkî destnêjî dewletîn, ke le Kurdistan da be caş (kurî kerê) benawbangin, diyare be pêy nerît mîwandarîyan lê dekra û lew nawe da katêk derdekewit pêşmergen, reftarî xelik degora, dekranewe û be dilpakîyewe qiseyan dekird. Destyan dekird be derdî dil û basî sitem û destdirêjî caşekan û jandarmekanyan dekird. Cemawer galteyan be caşekan û jandarmekan dekird û çîrokî zor û zewendî tirsenokî ewanyan degêrawe. Ew nizîkatetîyey cemawer le xebatkaranî şorişgêr xalêkî serekîye bo serkewtin le hemû xebatêk da be taybetî xebatî çekdarane. Le Kurdistan ew şerte pêwîst û serekîye be tewawî hebû.

Meseley merg û jiyan bo pêşmergekan û berpirsekanyan be tewawî çareser kira bû. Boçûnî ewan bo ew meseleye astêkî berzî le wuşyarî nîşan deda. Ew rojey ke xeberî şehadetî Şerîfzade geyiştê, çend nefer le pêşmergekan neyantuwanî xoyan ragirin û giryan. Yekêk lewan le katêk da hewlî deda didan be cergî da bigrê û xoy rabgrê gutî: "Boçî degrîn, ême ew rojey ke destman da çek xoman bo kûjran amade kird. Giyanî hemûman fîday mîlet. Ewe rêgayeke hemûman debê pêy da biroyn."
Ewan be azayetîyewe şeryan dekird. Her ew rûhîye berz û azayey ewan bû ke le çendîn neberd da be ser dujminêk da ke çend hêndey ewan bû serkewtin. Legel eweşda ke ew neberdane kem ta zor sengerî bûn û dujmin tuwanîbûy be hêlîkoptir hêzêkî zor ko katewe dîsan ney detuwanî be seryan da zal bê û hemîşe dem le pûş û dest betal le neberdewe degerawe.

Zorbey pêşmergekan werzêr bûn. Le hemû tuwêjekan. Werzêranî hejar û mamnawincî. Çend kesêkîşyan de naw dabû le kuranî axayanî wurdemalîk. Jimareyekî zor mela û feqêyan legel kewtibû, ewane birîtî bûn le rûnakbîranî ladê û hêndêk xwêndewarîyan hebû be farsî yan Erebî. Feqêkan roley werzêranin, cewanin û xwêndewarîşyan heye. Ewan xawenî rûhîyey şorişgêranen û be şoq û zewqewe berheme şorişgêranekan dexwênnewe. Be asayî pêşmergekan nexwêndewarin belam helpe û şewqî zoryan heye bo fêr bûn. Hêndêkyan kitêbî şê'rî Kurdî yan elfubêy kurdîyan le kîseyek da legel xoyan degêra û le her cêgayek ke katî pişû baye kitêbekanyan der dehêna û deyanxiwêndnewe. Ewan bo fêrî xwêndewarî bûn yarmetî yektiryan deda. Aşkiraye ke le helumercî xebatî çekdarane û cûley dayîm da ew kare be sistî deçûwe pêşê. Le duway kobûnewey pêşmergekan le piştî cebhe, ewan be yarmetî rûnakbîranî Kurdî Iraqî û hawrêyanî sazmanî ême be cîdîyetewe destyan kird be xwêndewarî fêr bûn û êsta zorbeyan detuwanin bixwênnewe û binûsin. Hêndêkîşyan ke xwêndewarîyekî kemî farsî yan hebû, le rûy ktêbî sûrewe (hêndêk le qewlekanî maotsê tung) destyan be xwêndnewe kird. Cîdîyet û piştkarî ew werzêrane bo fêr bûn bo êmey rûnakbîr sersûrhêner û cêy lê fêr bûn bû.

Pêşmergekan astêkî berzyan le agadarî siyasî hebû.ewan deyan zanî bo xebat deken û boçî çekyan be destewe girtûwe. Ewan xoyan bo xebatêkî dirêjxayen amade kird bû. Şa, hukûmetî nawendî û erbabekanyan be dujmin dezanî û le ast ewan hestî kîne û nefretyan hebû. Ewan hemîşe galteyan dekird be erteşî pûşalî şa. Deyan gut: "Guley ewan nabrê belam guley Kurd dekûjê". Ewan sebaret be zehmetkêşanî nakurd hestî birayetîyan hebû. Be dem çendîn sal xebatî gelî Kurd le zemanî cimhûrî Mehabadewe ta êsta jimareyek têkoşerî Azerbaycanî legel ewan kewtibûn ke êsta bûn be beşêk lewan. Êmey şarnişînî Fars zimanîşyan (bêgane) be mêhrewanî û dilnizmîyewe wergirt. Hawxebatî gelanî ême be legel kewtinî ême legelyan rûntir bûwewe û be wuşyarîyewe lewe geyiştin şa û hukûmetî konepersit dujminî hemû gelanî Iran e. Bew pêye debê hemû gelan yek bigrin û le xebatêkî hawaheng da dujmin lenaw berin.

 

Palpiştî xebatî çekdarane kam çînekan bûn û pêwendîyan legel cemawer

Bew pêye derdekewê ke palpiştî serekî bizûtnewe dê bû. Gewretirîn hêzî werzêranî mamnawnicî, hejar û bê zewî bûn. Rûnakbîranî dê wek bas kira beşêk le bizûtneweyan pêk dehêna. Hêndêk twêjalkî wurde malîkîş layengirîyan lê dekird belam ew layengirîye hêndêk çalakane nebû. Le nawçey Serdeşt ke nawendêkî serekî bizûtnewe bû, zorbe be werzêranî mamnawnicî bû ke xawen zewî xoyanin, naçewsênnewe, û be şêwey giştî le berî karî xoyan dexon û pêy dejîn – ewane le ber astî kultûrî beriztir, hebûnî radyo û hatuçûy şar, zûtir le hemwan legel bizûtnewe dekewin. Debê ewe le ber çaw bê ke duruşmî serekî bizûtnewe, duruşmî neteweyî bû û sernicêkî konkirêt nedrabûwe ser meseley xebatî çînayetî. Leber ewe bû ke hêşta cemawerî herawî werzêranî hejar û bê zewî legel bizûtnewe nekewtibûn. Le katêkda le her kwêyek tûşî ew werzêrane debûyn, xawenî hestî şorrşigêrraney qûll bûn û baştir le rehendî çînayetî xebat tê degeyiştin. Berdewamî raperrîn û nardinî kadir bo ew nawçaney ke zorbeyan le werzêranî hejar û prolêtaryay dê pêk dên, deytuwanî be zûyî bizûtnewey herawî werzêrî saz ka û bilêsey xebatî çînayetî le Kurdistan bigeşênêtewe. 

Duwacar debê basî jimareyekî berteng le xawenmilkan û axakan bikrê ke xawenî hestî nasyonalîstîn û yarmetî deken be raperîn. Belam bo ewane parastinî berjewendîyekanî xoyan le gorê daye û teqrîben hemîşe dostayetî legel hukûmetî nawendî deparêzin. Be taybetî ew serubendaney raperîn lawaze rarayî ewan û pê dizîlkeyan le berjewendî hukûmetî nawendî ziyatir debê.

Be giştî cemawerî berbilaw layengirîyan le bizûtnewe dekird. Piştîwanî komelanî xelik be rûnî derecey riq û bêzarî ewan le rêjîm nîşan deda. Le katî şerî "şelmaş" da çendîn jin le jêr agrî gule meşkey aw û destewarî nanyan be şan helgirtbû deyanhêna bo sengerî pêşmerge. Ew şere 8 se'atî xayand û legel eweşda nizîkey hengêkî erteşî şa û çirîke destnêjekan be beşdarî hêlîkoptêr legel kemtir le sed pêşmerge têk helçûbûn, pêşmergekan tuwanyan alqey gemaro bişkênin. Bê guman be bê yarmetî çalakaney cemawer serkewtinêkî awa helnedesûrra.

Dirêjey heye …

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.