Xeyalên Lorînê wê bi dijmin karibin

  • Lorînê nizanibû bavê wê şehîd bûye. Dema ku Lorîn li bavê xwe dipirsî, me digot bavê te li kar e. Lorîn bi van xeyalan mezin bû. Piştî ku me jê re got û bir ser gora bavê wê, wê kela canê wê gelekî rabû û gora bavê xwe maç kir û hembêz kir.

Lorîn Arzûya piçûk a ji Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), piştî 5 salan nû zanî ku bavê wê Osman Arzû sala 2017’an ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatiye şehîd kirin. Lorîn piştî 5 salan çû ser gora bavê xwe û hesreta wê ya 5 salan hinekî sivik bû.

Têkoşer, fermandar, şoreşger û gerîlayê 30 salan Seîd Tanit bi nasnav Bedran Cûdî ku di nav civak û refên gerîlayan de weke Bedran Gûndikremo tê nasîn, li gel kurê xwe Mehmet Tanit, Mûrat Atak (Zekî) ku xezûrê Mehmet Tanit e, xizmê wî Evdilkerim Îzer û hevalê wan Osman Arzû, ji bo debara xwe bike li Amediyê kar dikirin. Di 22’yê Nîsana 2017’an de di encama êrişên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn.

 

5 salan jê veşartin

Di ser Şehadeta wan re 5 sal derbas bûn. Osman Arzû bavê 3 keçan e; dema ku şehîd bû keça wî Lorîn hîna di zikê dayîka xwe de bû. Piştî ku Lorîn ji dayîk dibe, bi ti awayî malbat û derdor nabêjin Lorînê ku bavê wê şehîd bûye. Lê piştî ku Lorîn dibe 3 salî, êdî li bavê xwe dipirse û ji malbatê pirsa bavê xwe dike. Malbat 5 salan bi hinceta ku bavê wê li derve kar dike, jê re nabêje. Hertim di xeyala Lorînê de bavê wê li derve kar dike û ew ê rojekê bê. Lê mixabin ev xeyal ji ber hovîtiya dewleta Tirk ti caran pêk nayê. 

 

Wesiyeta bavê wê bû

Hevjîna Şehîd Osman, Rehmê Arzû ji ajansa me re qala wan salên zehmet û dirêj dike û dibêje, “Hevjînê min di sala 2017’an de dema ku kar dikir, ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve bi hovane hat qetilkirin. Lorîn piştî şahadeta bavê xwe 2 heyvan nû ji dayîk bû. Beriya ku Lorîn ji dayîk bibe, Şehîd Osman ji me re gotibû navê Lorîn xweş e û me jî li ser wesiyeta wî navê keça xwe Lorîn lê kir.”

 

Tu keça şehîdan î

Rehmê Arzû got, êşa malbatên şehîdan giran e û wiha axivî: “Em weke malbatên şehîdan bi şehîdên xwe serbilind in. Her du keçên min ên din dizanin ku bavê wan şehîd e, Lorînê nizanibû. Dema ku Lorîn li bavê xwe dipirsî, me digot bavê te li kar e. Lorîn bi van xeyalan mezin bû. Lê piştî ku çû rex hevalên xwe û hat, rojekê ji min re got, bavê min ne li kar e, li goristanê ye! Hingê min ne karî ez tiştekî bibêjim, û min hêceteke din got, ew cêwika bavê te ye li goristanê. Bi vê hêcetê jî min demekê jê veşart. Herî dawî van rojan hat malê û got, tû rast nabêjî, bavê min şehîd bûye. Me jî êdî jê re got, bavê te ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye şehîdkirin û tu keça şehîdan î. Piştî wê me bir ser goristanê bavê wê û bi kelecaneke mezin gora bavê xwe maç kir û hembêz kir.”

 

Keçên xwe bi welatparêziyê mezin dike

Rehmê Arzû di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku dijmin dixwaze tevahî Kurdan qir bike û wiha dewam kir: “Dijmin li her derê êrişî Kurdan dike û dixwaze zarokên Kurdan sêwî bihêle û wan zarokan jî li gorî hişê xwe mezin bike. Lê zarokên şehîdan li hemberî dewleta Tirk tijî kîn û hêrs bûne. Bila ti caran dijmin nebêje, em ê dayîk û bavên wan bikûjin û zarokên wan weke xwe lê bikin. Ev xeyala wan bi destê zarokên şehîdan her roj têk diçe. Zarokên min li ser rêya bavê xwe diçin û ez wan li ser bingehê welatparêziyê mezin dikim.”

ROJNEWS/MEXMUR

 

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.