Sedrî çûn keysbaziyê dest pê kir

Piştî ku parlamenterên Bereya Sedr bi hev re îstîfa kir, Hevpeymana Hemahengî keysa xwe li hewldanên avakirina hikûmeteke hemû aliyan bihewîne anî. Li Bexdayê Çarçoveya Hemahengî, YNK û Hevpeymana Ezim civiyan û piştrast kirin ku ew ê hewl bidin hikûmeta nû bi tevlîbûna hemû aliyan bi ser bixin.

Li Bexdayê, şandeya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî, Çarçoveya Hemahengî bi serokatiya Nurî Malikî û Hevpeymana Ezim bi serokatiya Musenna Sameranî civiyan.

Piştî hevdîtinê, Çarçoveya Hemahengî daxuyanî da û ragihand ku li gel YNK û Hevpeyamana Ezim, wan xwestiye hilbijartina serokkomar û avakirina hikûmetê zû pêk were.

Di daxuyaniyê dehat gotin: “Beşdarên civînê destnîşan kir ku qonaxa bê girîng e û pêwîst e ji bo gavên hilbijartina serokkomar û  avakirina hikûmetê de lez were kirin. Heta ku hêza pêkanîna daxwazên Iraqiyan hebe. Jiyaneke bi rûmet û xizmetguzarî, ewlehî û aramî ji bo me hemûnan pêk were.”

BEXDA

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.