Reqa dibe bend li ber dagirkeriyê

Partiyên siyasî yên li Reqayê li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk çalakiyek li dar xist û wan got, “Em ê li hemberî dagirkeran bendeke xurt ava bikin.”

Bi sedan kesên Reqayî, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Sûriya Siberojê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Komarî ya Kurdistanê li Çerxerêya Neîm a naverasta bajêr kom bûn.

Xwepêşandêr ber bi Yarîgeha Beledî ve meşiyan. Li wê derê partiyên siyasî daxuyaniyek da raya giştî. Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD’ê şaxê Reqayê, Xazî Yasîn daxuyanî xwend.

Wî got, “Em êrişeke nû qebûl nakin. Çiqasî siyaseta me ji hev cuda be jî, em zarokên vî welatî ne ku bi xwîna keç û xortên me ev welat hatiye rizgarkirin.”

Partiyan û xelkê Reqayê got, ew ê piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin û bi hev re dê li hember dijminan bibin bendeke asê.

Di dawiya daxuyaniyê de bi sloganan banga derketina dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî û dadgehkirina dewleta Tirk hat kirin.

ANF/REQA

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.