QSD’ê êriş şikandin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wê bersiv daye êrişa dagirkeriyê ya li dijî bakurê Minbicê û di encamê de 2 çete kuştine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê sê hewldanên dagirkeriyê yên serê sibehê li bakurê Minbicê hate kirin, têk birin.

QSD'ê diyar kir ku piştî bombekirina gundan, çeteyan hewl da bikevin nava herêmê û ragihand ku dewleta Tirk ji bo dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê bike, hewldanên bi vî rengî zêde kirine. Hate ragihandin ku şervanên Meclîsa Leşkerî 2 çete kuştine.

QSD'ê got, "Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên leheng, dijmin neçarî vekişînê kirin û rê li ber pêkanîna operasyonên din girtin."

MINBIC

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.