Qirkirina qonax bi qonax
Serokê rejîma faşîst a Tirk Tayyip Erdogan doh eşkere kir ku ew ê plana xwe ya qirkirinê bidomîne. Wî di civîna partiya xwe ya li Meclîsa Tirk de got, "Em ê Til Rifet û Minbicê paqij bikin". Wî bi vî rengî, êdî armanca qirkirinê ji kesî xef nekir. Wî got, ew ê qonax bi qonax vê qirkirinê li Rojavayê Kurdistanê bibe serî.
Bi rengekî ku li gorî van daxuyaniyên Erdogan bike dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirin. Dewleta Tirk a dagirker bi droneyeke bombebarkirî êriş bire ser nexweşaneyeke li navçeya Til Rifet a Şehbayê. Wê bi topxaneyên xwe êrişî gundên Minbicê, Eyn Îsa û Kobanê jî kir. Li Kobanê derdora fabrîkeya çimento hat topbarankirin.
Doh sibehê dewleta Tirk a dagirker li bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrişî nexweşxaneya jinan a li Til Rifetê kir. Ji ber êrişa bombeyî ziyana madî li nexweşxaneya Dr. Xelîl Şêx Hesen bû.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Ewn Dadat û Mihsenlî yên bakurê Minbicê topbaran kirine. Di dema daxiuyaniyê de topbaranê dewam dikir û 14 top li herêmê ketibûn.
Nava rojê dewleta Tirk a dagirker Gundê Ebû Nîtonê yê rojavayê navçeya Eyn Îsa, Şirketa Çimento LaFarge ya li başûrrojavayê bajarê Girê Spî, topbaran kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN