PDK'ê nehişt enternasyonalîst biçin Rojava
Bi dehan enternasyonalîst ji bo li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin û piştgiriyê bidin Rojava, xwestin biçin Rojava. Lê belê doh li ser sînor ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nehat dayîn ku derbas bibin. Ji welatên cuda yên cîhanê 26 enternasyonalîst di bin sîwana Tûgayên Xebatê yên Navneteweyî de li hev civiyan û berê xwe dan Rojava. Koma enternasyonalîstan li Deriyê Sînor ê Pêşxabûr ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nade derbas bibin.
QAMIŞLO