Navê wê navê serhildêrî ye

CÛDÎ ÎBRAHÎM/ANF/KOBANÊ

 

Doh salvegera 18’an a şehadeta Endama Komîteya Navendî ya PYD'ê Şehît Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl bû. Di 29’ê Mijdara 2004’an de dema Şîlan û hevrêyên wê bi erkekê radibûn, li ser sînorê Iraq û Sûriyê, bi komployeke hêzên hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mûsilê hatin şehîdkirin.

Têkoşer Şîlan Kobanê, sala 1971’ê li Kantona Kobanê li nav malbateke welatparêz a ji eşîra Kêtikan hate dinê. 

Bi wesîleya 18’emîn salvegera şehadeta Şîlan Kobanê, xwîşka wê Qudret Baqî, Şîlan û hevrêyên wê bi bîr anîn.

 

Şîlan li ser şopa azadiyê bû

Qudret Baqî got, Şîlan bi berxwedana xwe qeyd û bendên civakî ji holê rakirine: “Em li Kobanê ya xwedî çandeke eşîrî, ji dayik bûn. Şîlan di navbera nakokiyên pergal û eşîran de mezin bû. Piştre ji bo debarê me koçî Helebê kir. Destûr nedihat dayîn ku em keç biçin dibistanê. Lê Şîlanê, ev qalibê di malbatê de şikand. Xwedî lêgerîna azadiyê bû.

Piştî tevgera azadiyê, rewş guherî. Sala 1981’ê malbata me PKK nas kir. Komên qadro yên piçûk dihatin ba me; wan bandoreke mezin li ser malbatê û têkiliyên wê kir. Serî rakirina Şîlan a pêşî li dijî newekheviya jin û mêr bû.”

 

Pêşenga xwendekaran bû

Qudret Baqî li ser aliyê wê yê pêşeng jî got, “Şîlan bi temenê xwe yê 12 salî 5 rojan tê girtin, ji ber ku navê xwendekarên alîkarî dane partiyê, di çenteyê xwe de ji bîr kiribû. Îstixbarata Sûriyeyê her çavê wê li ser Şîlan bû, lê Şîlan li pey baweriya xwe meşiya û li ber xwe da. Sala 1987’an çû kampa Mahsûm Korkmaz. Ji ber ku Şîlan bi meraq bû gelek pirs dipirsîn, Rêber Abdullah Ocalan li ser vê, ji Şîlan re digot ‘Ma qey tu dixwazî bibî fîlozof?’ Dema vedigere Sûriyeyê, ji aliya rejîma Sûriyeyê dîsa tê girtin û 2 heyvan di zindanê de dimîne. Sala 1991’ê, Şîlan çû çiyayên azad û li wir bû fermandar.”

 

Ji bo mudaxeleyê diçûn Rojava

Qudret Baqî piştî 14 salan, cara ewilî têkoşer Şîlanê dibîne: “18 rojan em bi hev re man.” Piştî vê bi 5 mehan Qudret Baqî careke din Şîlan Kobanê dîbîne: "Wê demê, Şîlan, Fûad, Cemîl, Zekeriya û Ciwan xwe amade dikirin ku biçin Rojava û pirr bi coş bûn, ji bo wan rojeke pirr giring bû. Ji her hevalî re li Rojava erkek hebû û hemûyan jî bi tehlûkeya rewşa li Sûriyeyê û sûcên rejîma Beesê ya şovenîst dizanî. Rejîma Beesê hem êşkenceya fizîkî hem jî ya manewî dikir. Lê di encama komployekê de di 29’ê Mijdara 2004’an de tên qetilkirin.”

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.