Mezintirîn tehlûkeya li dijî Kurdistanê ye

Şîrovekarê siyasî Ciwan Yûsif, projeya Erdogan a bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî şiband Kembera Ereban a rêjîma Beesê ya li herêma Cizîrê û hişyar kir ku ev projeya herî xeter e li ser doza Kurdistanê.

Ciwan Yûsif bi bîr xist ku plana Erdogan a bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî li dijî biryara 2254'an a Neteweyên Yekbûyî ye jî ku dibêje, heger aramî misoger bû, divê koçber vegerin cihên xwe yên resen.

Ciwan Yûsif destnîşan kir ku projeya bicihkirina penbarên Sûrî beşek ji propagandaya hilbijartinan a Erdogan e ku tê payîn di sala 2023’yan de bê lidarxistin. Armanca dewleta Tirk guhertina jeo-siyasî li deverên Kurdan ên li her du aliyên sînor û avakirina civakeke alîgirê wî ye.

Wî got: "Dixwazin herêmeke tevlîhev ava bikin û rê li ber xewnên gelê Kurd bigirin.

Beriya niha di salên 1970'yî de partiya Bees li deverên Kurdan Kembera Ereban ava kir, bêguman rêjîmên Tirkiyê û Sûriyê li ser vê yekê li hev dikin. Her du rêjîm dixwazin gelê Kurd û xeyalên wî lawaz bikin."

Yûsif bal bire ser xetera projeya Erdogan li ser tevahî gelên Kurdistanê û got: "Tişta ku Erdogan dike ji guhertina demografîk xetertir e, ji ber ku mijar girêdayî erdnîgarî û civaka Kurdistanê ye, dixwazin rê li ber têkliyên Kurdên Bakur û Rojava bigirin, ne tenê gelê Kurd lê belê tevahî pêkhateyên Kurdistanê."

 

Xewna Osmaniya Nû

Ciwan Yûsif bal bire ser pîlanên dewleta Tirk a dagirker û got:" Erdogan gelek caran behsa vegerandina herêmên beriya niha li jêr kontrola Osmaniyan de kiriye. Ji ber wê, dewleta Tirk li herêmên dagirkirî kesên girêdayî xwe bi cih dike. Da karibe wan weke amûr bi kar bîne."

Yûsif got, "Dibe ku li wan herêman referandûmê pêk bîne da wan herêman tevlî Tirkiyê bike, beriya niha Rûsyayê nasnameya xwe da milyonek kesên li Ukraynayê û bi behaneya parastina welatiyên xwe li Ukraynayê dest bi êrişê kir, dibe ku Tirkiyê jî wiha bike."

Yûsif da zanîn ku dewleta Tirk penaberên Sûrî di aliyên siyasî, ewlehî û leşkerî de bi kar tîne û got, "Ew kirin çete û şandin Lîbyayê, Efrîn û Serêkaniyê dagir kirin, niha ji bo guhertina demografîk wan bi kar tîne."

OLVA HAC MENSÛR/ANHA/ HESEKÊ

 

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.