Li Mexmûrê îmze tên berhevkirin

  • Li wargeha penaberan a Mexmûrê, ji bo ku PKK ji "lîsteya terorê" were derxistin, kampanyaya berhevkirina îmzeyan hate destpêkirin.

Li wargeha penaberan a Mexmûrê, ji bo ku PKK ji "lîsteya terorê" were derxistin, kampanyaya berhevkirina îmzeyan hate destpêkirin.

Însiyatîfa Navneteweyî ya ji bo Kurdan Edalet, di 13’ê Kanuna 2021’ê de ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewrûpayê kampanyaya îmzeyan ragihandibû. Armanc ew e ku 4 milyon îmze bên berhevkirin.

Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetvan, zanyar, hunermend, aktîvîstan hatibû destpêkirin. 

Li Başûrê Kurdistanê jî ev kampanya dewam dike. Divê çarçoveyê de li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya li Mexmûrê jî îmze tên komkirin.

Endamên Meclîsa Gel a Mexmûrê û xwendevanên wargehê, doh danê sibehê dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Ew derî bi derî geriyan û wan îmze berhev kirin. Xelkê wargehê bi germî pêşwazî germ li pêngavê kir û îmzeyên xwe avêtin binê metna kampanyayê. Wan jî bi îmzeya xwe xwest bi neheqî bicihkirina PKK´ê di lîsteya rêxistinên terorîst de bi dawî bibe. 

Îmzeyên ku werin komkirin, wê bi rêya Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê ji bo Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê werin şandin.

ROJNEWS/MEXMUR 

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.