Li Evînê komkujî çêbû

  • Li girtîgeha êşkencexane ya rejîma Îranê Evînê, pêr şewat çêbû û dengê guleyan hat. Li gorî rejîmê 4 girtî hatine qetilkirin û 61 birîdar bûne. Lê ti aliyê serbixwe heta niha xwe negihandiye agahiyên elaqedarî bûyerê. 

Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Amînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve serhildanên li Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bênavber dewam dikin. Şemiyê bi şev jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Urmiye, Kirmaşan, Sine, Îlam, Seqiz û Mehabadê xwepêşandan hatin lidarxistin. Li Tehranê, Îsfahan û çend bajarên din ên Îranê jî xwepşandan hebûn. Di êrişa rejîmê ya li dijî zindana Evînê de jî herî kêm 4 girtiyên siyasî hatin qetilkirin û KODAR´ê ji ber wê yekê hişar kir. Rêxistina Mafê Mirovan a ji bo Rojhilatê Kurdistanê Hengawê jî da zanîn ku wê navên 176 kesên di raperînê de şehîd bûne, piştrast kir.     

 

176 nav hatin piştrastkirin

Li gundê Neyê yê bajararê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, xwendekaran li kolanan agir pêxist û dirûşmeyên li dijî desthilatdariyê gotin. Li bajarên Seqiz, Mehabad, Sine û Kirmaşanê jî xwepşandanên li dijî rejîmê dewam kirin. 

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di nav kesên di êrişên rejîmê de hatine qetilkirin, hêrî kêm 23 zarok hene.

Li gorî muxalifên Îranê xwepêşandanên gel li 190 bajaran belav bûne. Her çendî daneyên weke “zêdeyî 400 kes” hatine qetilkirin hatine belavkirin jî, Hengawê karî xwe bigihîne navên 176 kesan û piştrast bike ku ew di xwepşandanan de hatine qetilkirin.

Li gorî van daneyên Hengawê, li Sîstan û Beluçistanê 88 kes hatine qetilkirin, li Mazenderanê 15, li Tehranê 11, li Sine û wilayeta wê Kordestanê 11, li Urmiya û wilayeta wê 10 û li Gilanê jî 10 kes, Li Kirmaşanê 9 kes bi destê hêzên rejîmê hatine qetilkirin.

Li gorî daneyên hengawê, ji van 31 kes zarok û ciwanên di bin 18 salan de ne.

Li gorî daneyên piştrast nebûyî yên hêzên muxalefetê zêdeyî 20 hezar kesan jî hatine girtin.

 

Hêzên rejîmê komkujî kir

Li gorî daneyên fermî, di êrîşa li dijî girtîgeha Evînê de ya li paytext Tehranê, herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, 61 jî birîndar bûn. Li gorî gelek çavkaniyan bîlanço girantir e.

Li gorî malpera Mizan Online ya ser bi Wezareta Edaletê ya rejîma Îranê, "4 girtî ji ber dûyê şewatê jiyana xwe ji dest dane, 61 jî birîndar bûne.”

Heman çavkaniyê îdîa kir ku girtiyên li girtîgeha Evînê jiyana xwe ji dest dane, girtiyên "ji destavêtinê hatine mehkûmkirî ne."

Di dîmenên li ser medya dîjîtal de tê dîtin ku dû bi ser girtîgehê dikeve û dengê çekan tê.

Li gorî malpera Mizan Online, ji girtiyên birîndar tenê 10 ji wan rakirin nexweşxaneyê û rewşa 4´an ji wan giran e.

Ji bilî agahiyên ji aliyê dewletê ve hatin belavkirin, destûr nayê dayin ku agahî ji girtîgehê derkeve, lewma hîn baş nayê zanîn ka çi qewimiye.

Gelek xwepşanderên di xwepêşandanên protestoyî yên vê dawiyê de hatine girtin, li Girtîgeha Evînê têne ragirtin.

Li vê girtîgehê ku bi êşkenceyê navdar e, bi sedan girtiyên siyasî hene. Têkildarî rewşa girtiyan agahî bi dest neketin. Ji gelek beşên girtîgehê agahî nayên girtin. 

Li gorî malpera înternetê ya aktîvîst a bi navê "500Tasvir" gelek girtî bi fîşekan birîndar bûne. Hate ragihandin ku serhengê bi navê Mahmûdî piştî bi zorê kete qawîşa bi hejmara 8, ji girtiyan re gotiye "Dema mirinê ji bo we hemûyan hatiye." Heman malperê diyar kir ku tundî li dehan girtiyên siyasî hatiye kirin.

 

KODAR'ê hişyar kir ji bo zindana Evînê

 

Komîteya Girtiyan a KODAR’ê bal bire ser êrişa hêzên Îranê ya pêr bi şev li Hepsa Evînê ya li Tehranê û ji gel xwest ku li hemberî van hewldan û senaryoyan baldar be. KODAR'ê têkildarî hewldanên ji bo qetilkirina girtiyan hişyar kir. 

KODAR´ê got, “Rejîm ji bo girtiyên siyasî, aktivîstên sivîl ên girtî bitepisîne û serkut bike, vekirî serî li rêbaza avakirina kaos û seneryoyan daye. Piştî xwepêşandanên 28 (îro 30) roj in li pey xwe hiştin, bi hezaran ciwanên hezkiriyên azadiyê, hatin girtin û ew kirin girtîgehê, bê şik û guman rejîmê li hember van ketiye pey seneryoyên xeternak. Rejîm divê baş zanibe bi van seneryoyên zextê wê nikare pêşiya serhildanên gel bigire. 43 sal in, girtîgeh li dijî rejîma zextê, bûye navendên lêgerîna berxwedan û azadiyê.

Em Komîteya Girtiyan a Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ji ber kiryarên komployî û zextên li ser girtiyan hişyar dikin. Rejîma Îranê di serî de ji jiyana Zeyneb Celaliyan û girtiyên siyasî hemûyan berpirs e. Ji bo wê di serî de bang li gelê Kurd gelên hezkiriyê azadiyê yên Îranê dikin da ku ji bo parastina rûmet û jiyana girtiyên siyasî, dîsa parastina destketiyên serhildana 28 rojan, dakevin meydanan. Yekîtiya gelan dikare hewldanên kuştina hêzên muxalîf û girtiyan pûç bike."

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.