Gerîlayan li Avaşîn û Zê 6 dagirker kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 6 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Li Avaşînê, di 26’ê Nîsanê de saet di 15.20’an de dagirkeran xwest li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin. Hêzên me bi sekvaniyê ji du milan ve li van dagirkeran xist. Di vê çalakiyê de dagirker hate kuştin, dagirkerek jî birîndar bû. 

Li Zê (Zapê), di 28’ê Nîsanê de dagirkeran xwest ji Girê Şehîd Sorxwîn ê li Qada Berxwedanê ya Çiyareşê ber bi Girê Şehîd Kûrtay ve biçin; hêzên me li wan xistin. Di encama çalakiya hêzên me de ji saet 10.30’an heta saet 14.00’an şerekî giran qewimî. Hêzên me bi çekên ferdî û bi sekvaniyê li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de herî kêm 3 dagirker hatin kuştin. 

Di 28’ê Nîsanê de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên herêma Berxwedana Kurêjahro, ji aliyê hêzên me ve bi taktîka sekvaniyê hatin gulebarankirin û dagirkerek hat kuştin. Heman rojê saet 12.00’an jî dagirkerên li herêmê bûne hedef û bi çekên giran hatin gulebarankirin, hejmara dagirkerên kuştî û tên birîndarbûyî nehatiye zelalkirin.

Di 28’ê Nîsanê saet 18:40’an de li derdora qada Berxwedana Serdemê ya Werxelê, dagirker bûn hedefa çekên giran ên hêzên me. Di encama derbên bi bandor ên hêzên me de dagirkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.”

Pêr jî HPG´ê dabû zanîn ku di encama çalakiyên gerîlayên YJ Starê de li Avaşînê û li Zê di 26 û 27´ê Nîsanê de 13 dagirker hatine kuştin, 4 dagirker birîndar bûne, derb li helîkoptêrekê hatiye xistin, çeperek û cîhazeke guhdarîkirina li muxarebeyê hatine îmhakirin.

BEHDÎNAN

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.