Ew jî bo mafên xwe rabûn
Li ber Saziya Perwerdeya Germiyan doh danê sibehê mamostayên dersbêj ên Germiyanê ji bo tayînkirinê û mafên xwe bi dest bixin, xwepêşandan kir. Biryar bû ku heta bersiva daxwazên wan neyê dayîn, çalakiyên xwe dewam bikin.
Li ser navê mamosteyên dersbêj, Mîdya Osman daxuyanî xwend û got, “Em weke mamosteyên dersbêj ên Germiyanê, bêyî ku guh bidin westanê û aliyê darayî, me gelek bi dilsozî di sektora perwerdeyê de erka xwe bi cih anî û perwerdekirina zarokên nîştimanê dewam dikin. Mamosteyên dersbêj zêdetirî 550 daxwazname û nivîs dane hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar, lê heta niha yek ji daxwazên me pêk nehatiye.
Me biryar daye ku dest bi boykota demdirêj a holên xwendinê bikin, bi ti awayî pirsyarên ezmûna 60 pileyî ya dema yekem nedîn rêveberiya dibistanan û berpirsê her rewşekê, wezareta perwerdeyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”
ROJNEWS/KELAR