Cinayetên siyasî ne xema rayedaran in

Dewleta Tirk a derbên giran ji gerîla dixwe, ji bo armancên xwe pêk bîne li Başûrê Kurdistanê dest bi cînayetên siyasî kiriye. Rojane gefa êriş û kuştinê li welatparêz û şoreşgeran dixwe. Bang li rêveberiya Başûr tê kirin ku pêşî li van cînayetan bigire. 

Ji Tîrmeha 2015’an ve Tirkiyeyê bi sedan caran li dijî deverên ser bi Herêma Kurdistanê ve êrişên hewayî pêk anîn û ev êriş di rojên dawî de zêdetir bûn. Di êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên başûrê Kurdistanê û Şengal û Mexmûrê de, heta îro zarok û jin jî di nav de herî kêm 112 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û bi sedan welatî jî birîndar bûne. Di êrişa herî dawî ya Tirkiyeyê ya li dijî Bamernê de bi balafira bêmirov a bi sîleh 3 kes şehîd kirin û 2 ji wan zarok bûn. 

Van salên dawiyê cînayetên siyasî li Başûrê Kurdistanê zêdetir bûn. Li Silêmaniyê dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Parastinê û MÎT’ê di 16’ê Îlona 2021’ê de welatiyê bakurê Kurdistanê Ferhad Bariş Kondu kir hedef. Di êrişê de Ferhat ji serê xwe bi giranî birîndar bû.

Piştî vê êrişê, 17’yê Îlona 2021’ê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û di êrişê de şehîd bû.

Herî dawî jî 16’ê Gulana 2021’ê li Kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê welatiyê Bakurê Kurdistanê yê xwediyê Xwaringeha Deniz, Mihemed Zekî Çelebî li ber xwaringeha xwe ji aliyê du kesên li ser motorbiskilêtê ve hat gulebarankirin. Çelebî bi birîneke giran rakirin nexweşxaneyê, û li wir ew şehîd bû.

  Dizanin lê tiştekî nakin

Rêveberê Komeleya Karkerên Mezopotamya Mûslûm Kaplan bal bire ser cînayetên siyasî yên li Başûr û got, “Bi taybetî dema dawî cînayetên siyasî li Silêmanî ne tenê li ser welatparêz û şoreşgeran, li ser xelkê Başûr bi xwe jî tê kirin. Kesên dilsozê azadiyê dibin hedefa sûîqestan. Berî niha bi qasî 6 mehan welatiyekî penaber ê Rojhilatê Kurdistanê bû hedefa êrişan û şehîd bû. Dîsa li Ezmerê welatî hatin hedefkirin û balafiran bombe li wan barandin. Piştre hevalê me Ferhat Bariş Kondu bi sûîqestekê birîndar bû. Yasîn Bûlût di encama sûîqestekê de şehîd bû. Herî dawî Mihemed Zekî Çelebî hate şehîdkirin. Ev yek jî fikaran bi me dide çêkirin. Dixwazin Kurdan bi Kurdan bidin qetilkirin. Divê asayîş û rêveberiya YNK’ê hişyar be û li ber vê xwedî nerazîbûnên tund be, lê heta niha tiştek wiha nekiriye. Heger li ber vê ranebin, bi vî rengî li ber welatparêz û hevalên me sûîqestên din jî wê bên kirin.”

Kaplan qala tehdîtên MÎT´ê li welatparêzan dike û dibêje, “Rojane hevalên me tên tehdîtkirin. Bi rêya telefonê, bi rêya malbatan, bi rêya tevnên dijîtal û bi rêya çapemeniyê gefan li hevalên me dixwin; werin bibin sîxûr ji me re kar bikin. Dema bersiv nerênî be, dibêjin; ‘hinek wê tiştinan bi serê we de bînin’. Herî dawî ji bo hevalên me gefa; ‘Me bang li Mihemed Zekî kir nehat, me cenazeyê wî şand’, yanî dema ‘kurê we bersiva me nede, nebe sîxûr û teslîm nebe, wê cenazeyê wî jî ji bo we bê.’ Bi taybet gefan li kesên malbatên wan li Bakurê Kurdistanê bin li wan dikin.

Dema em diçin asayîşê, dibêjin; ‘baldar bin, dibe êrişeke terorî li ser we bê kirin.’ Ev jî nîşan dide ku agahî pê hene. Hevalê me Mihemed Zekî Çelebî li ser gefan serî li dadgehê û asayîşê da, lê tiştek nekirin û heta şehîd bû.”

Ji bo Êzîdiyan tifaq muhim e 

Berdevkê Saziya Malbatê Şehîdan a Şengalê Mihemed Bişar jî li ser pîlan û êrişên li dijî Şengalê, sazî û pêşengên wê axivî.  Wî got, “Dijmin dixwaze vî gelî qir bike. Gel xwe bi rêxistin dike, ber bi fikrekê ve diçe ku dikare xwe li ser lingan bigire. Piştî 73 fermanan gel êdî karî li ber xwe bide, li ber raweste. Ev 8 sal in, gel li ber xwe dide, ev jî li zora dijmin diçe. Ev berxwedan pîlanên dijmin pûç dike. Ji ber vê, dijmin pêşengên civaka Êzîdî dike hedef û şehîd dike.” 

Mihemed Bişar anî ziman ku hêvî û baweriya xelkê Şengalê çêbûye û wiha pêde çû: “Li dijî êrişan bawerî û vîna Êzidiyan pêk hatiye. Tişta girîng ji bo Êzidiyan divê bawerî û tifaq hebe. Bi hemû saziyên xwe yên leşkerî û siyasî gihaye asteke baş.

PDK polîtîkayeke taybet û şerê taybet li dijî Şengalê dide kirin. MÎT’a Tirk û PDK bi hev re kar dikin.

Heger Êzîdî tine bibin, gelê Başûr jî wê tine bibe. PDK a li gel dijminan cih digire jî wê tine bibe.”

 Ji her aliyan ve êrişî Mexmûrê dike

Têkildarî êriş û gefên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûr Rûheyv Efrîn got, dewleta Tirk pirr bi şerê derûnî êriş dike: “Şerê derûnî li ser zarok, jin û taybet ciwanan dike. Li ser tevnên civakî, çapemeniyê kar dike. Dixwaze ciwanan ji hev bixe.” 

Ruheyf Efrîn got, heqê gelê Kurd divê bêdayîn: “Li geşt û şahiyan bombeyan li we dibarîne, çima li ber vê bêdeng in. Ev yek nayê qebûlkirin.

Ji her alî ve êrişî me dikin. Rojane balafirên keşfê li ser esmanê Mexmûrê digerin. Zarok êdî nikarin ji ber dengê keşif û balafiran biçin derve bilîzin. Çi dibe bila bibe, em ê helwêsta xwe nîşan bidin.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.