Asayîş wê li ber xwe bide

  • “Me biryara berxwedanê daye.”

Endamên Asayîşa Êzîdxanê yên di çeperên parastina Şengalê de, dibêjin, ew ê ti biryarên li dijî îradeya civaka Êzîdî qebûl nekin: “Me biryara berxwedanê daye.”

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an cara yekemîn civaka Êzîdî bû xwedî hêzên parastinê û di milê leşkerî de xwe bi rêxistin kir. Ji bilî YBŞ û YJŞ’ê ji bo parastina hundirîn, hêzên Asayîşa Êzîdxanê di sala 2016’an de hat damezirandin.

Ji roja Asayîşa Êzîdxanê hatiye avakirin heya niha, PDK, dewleta Tirk û Iraq ji bo tinekirina asayîşê di nava hewldanên qirêj de ne.

Herî dawî artêşa Iraqê di 18’ê Nîsanê de êrişî nuqteyên Asayîşa Êzîdxanê kir. Li komelgeha Dugurê şer qewimî, ji wê rojê ve gelek hevdîtin çêbûn, lê Iraq li ser zextên PDK û Tirkiyeyê dixwaze, li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê bixe meriyetê.

Derbarê êrişan de endamên Asayîşa Êzîdxanê axivîn.

Endamê Asayîşa Êzîdxanê, Merwan Malo got, pirraniya Şengalê di bin ewlekariya wan de ye û wiha dewam kir; “Em bi pirsgirêkên civakê re elaqeder dibin, gelê me jî bi vê kêfxweş e. Di nava 7 salan de, me rê li ber gelek aloziyan girtiye û me kariye em vê baweriyê bidin gelê xwe. Dewleta Tirk, PDK û Iraq, heger biryarên xelet li ser civaka me bidin, em ê qebûl nekin. Em bixwe dizanin ji bo gelê me çi pêwîst e û çi zererê dide siberoja wan.”

Merwan got, ew ê tifaqên li dijî xwe qebûl nekin: “Me weke civaka Êzîdî, di oxira vê dozê de bi sedan şehîd dan. Em ê heta dawiyê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin.”

 

Me biryara xwe ya berxwedanê daye

Endamekî din ê Asayîşa Êzîdxanê, Izet Şengalî got, “Ji ber ku gel em qebûl kirine û em hêza gel in, çi dibe bila bibe, em dev ji parastina gelê xwe bernadin. Ji bo ku civaka me ewle be, çi ji destê me bê em ê bikin. 

Di dema fermanê de ti hêzê nehat em neparastin. Ji wê demê ve civaka Êzîdî xwe diparêze. Mafê kesî nîne li dijî me derkeve û me tine bike. Ji ber ku em zarokên vî gelî ne, em niştecihên Iraqê ne, divê Iraq malavahiya me bike. Me biryara berxwedanê daye, em ê heta dawî li ber xwe bidin û rê li ber êrişên li ser îradeya civaka xwe bigirin.”

ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ/ROJNEWS/ŞENGAL 

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.