10 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyeke girêdayî DAIŞ`ê girtine û gelek cebilxaneyên bi wan re desteser kirine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku bi êrişên dewleta Tirk re liv û tevgera rêxistinên terorîst û şaneyên girêdayî DAIŞ’ê zêde bûne. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 28`ê Mijdarê 10 çeteyên girêdayî DAIŞ’ê li bajarokê Ebû Xeşeb û gundewarê wê hatine girtin.

Bi çeteyan re 2 guleyên RPG, 18 keleşkof, 45 şarjor, 2 teqemenî, 4 narincok, 5 tivingên nêçîrê, 6 kapsûlên narincokan.

ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.