Zîzê pirtûk derxistin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 11 Kanûn 2023 - 00:35

Weşanên Zîz, beriya çend mehan li Amedê hatibû damezirandin û çend pirtûkên nû belav kirin. 

Ji van pirtûkan yek jê romana bi navê “Berfa Sor” a Mehmet Dicle ye. Mehmet Dicle beriya niha çend pirtûkên çîrokan derxistibûn û niha bi romana xwe li hemberî xwendevanên Kurmancî ye. Li gorî danasîna pirtûkê, Mehmet Dicle di romana xwe de bi bîrên trawmatîk dadikeve. Danasîna pirtûkê bi vî rengî ye; “Kes an jî civakên ku dûçarî dijwariyên mîna şer, tundî, koçberî û mirinê dibin, trawmatîze dibin û dibin kes an jî civakên trawmatîk. Kes an jî civaka trawmatîzebûyî jî nikare zû bi zû qala trawmayên xwe bike. Edebiyat yek ji rêyên derbirînê ye ku birîna kes an jî civakê der dike û birîna kes an jî civakên trawmatîzebûyî di bîra wan a qaliknegir de veşartiye. Berfa Sor bîreke trawmatîk e ku M. Dicle, formûlasyona Halbwachs a bi navê “bîra kollektîf”û tespitên G. Agamben ên derbarê “şahidiyê” de li nava hev xistiye û bîreke trawmatîk kolaye. Loma Asûsî wekî ku tim li dora bîrekê bin û di şûna rûyê xwe de rûyê mirinê di avê de bibînin…”

Derî û dergehên çîroknûsiya Kurdî

Nivîskar Şêxo Filîk jî bi berhema xwe ya “Roja Nehşemê” derî û dergehên çîroknûsiya Kurdî daketiye. Nivîskar Dilawer Zeraq “Roja Nehşemê” bi vî rengî dinirxîne; “Roja Nehşemê, ew berhem e ku wisa ji hundir ve bala xwe bi hûrayî dide ser tekstên ku dike mebest û tişteyên dîtin û ramana xwe ya rexneyî. Digel wê jî, di çarçoveyên taybet û xweserî xwe de bi rêbazeke jihevparçekirinê, her mijar û çîroka ku li serê disekine, dide ber perspektîfa lêgerîn û hûrgerîya analîzî û asoyeke dîtir li ber me ava dike da ku em karibin bi çav û awirên dîtir bala xwe bibin ser çîrok û gotarên wêjeyî. Şêxo Filîk, bi berhema xwe ya bi navê Roja Nehşemê, me pê dihisîne ku em ne bi awayekî û ji hêlekê, lê bi gelek awayan û ji gelek hêlan dikarin bala xwe bidin ser tekstên nivîsandî; û dîgel wê jî, em bi xwendina her yek nivîsara rexne-analîzî yên di Roja Nehşemê de cîgirtî, pê dîhîsîn ku asoyên ne lî pêşîya me lî me fireh bûne.”

Dozdeh çirk e lê nameyeke dûvdirêj e

Weşanên Zîz her wiha pirtûka bi navê “Dozdeh Çirk” ya nivîskar Sîdar Jîr, ku ew beriya 12 salan hatibû çapkirin ji nûve çap kiriye. Pirtûka ku ji neh rêzeçîrokan pêk tê, wiha hatiye danasîn; “Dozdeh Çirk ji neh rêzeçîrokan pêk tê ku her çîrok bi her hawê xwe ji çîrokên din xweser, lê li hêlekê ve jî hemû çîrok li hev dinêrin, hev hembêz dikin û ji hev hez dikin. Ew hawê çîrok di nava çîrokê de jî me ber bi kûrahiyên xwe ve dikişîne û bi tiştên heta wê demê me ‘ji xwe jî vedizî’ re rû bi rû dihêle. Çima ku 'rûbirûman' proseyeke hessas û hestiyar e, li wê kûrahiyê em ne bi tenê ne, dengê nivîskar ê germik wer li belika guhê me dikeve û wer bi destê me digire, geh mîna rêhevalekî canecan geh mîna rêberekî xwebexş geh mîna dayikeke wek hemû dayikan. Axir, Dozdeh Çirk e lê nameyeke dûvdirêj e li dû jiyanên taloqavêtî û hêviyên qurmiçî. Û evîn carinan hestên serberdayî ne carinan destmaleke dorbinexş e li Bajarê Cûnik ku hema dozdeh çirkan de serobinî hev dibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.