Ziyafeteke filmên Kurdî ya online

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Nîsan 2021 - 05:45

Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê îsal jî online bi rê ve diçe. Lê îsal navê wê jî Festîvala Filmên Kurdî ya Global e. Niha li ser malpera festîvalê www.globalkurdishfilmfestival.com mirov dikarin li dehan filmên Kurdî û yên li ser Kurdan temaşe bikin. Di nava wan de 6 anîmasyon, gelek kurtefilm, bi dehan belgefilm û çendek filmên Yilmaz Guney jî hene. Kesên dixwazin jê nemînin, dikarin heta 28'ê Nîsanê li van filman li ser malpera festîvalê temaşe bikin. Film li her kesî vekirîne, lê kesê dixwaze temaşe bike, divê navê xwe qeyd bike.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.