Zimanê me polîtîk e

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 00:06

Li dijî zimanê Kurdî sedê salan êrişek berfireh heye. Bi taybetî dewleta Tirk vê êrişkariyê bi rêve dibe. Ji destpêka avakirina komara Tirk û heta niha bi awayekî plankirî ev êriş pêk tê. Li dijî Kurdan, zimanê wan û hebûna wan her cûrê êrişên qirkirinê tê meşandin. Di encama vî şerê qirêj de Kurd bi komî hatin qetilkirin. Kurd hatin êşkencekirin û girtin. Kurd hatin revandin û wendakirin. Ji bo ku ev ziman têk biçe her cûre êrişkarî pêş xistin.

Li Tirkiyê her salê bi dehan êriş li dijî Kurdan çêdibin. Sedem jî ew e ku ji ber bi zimanê xwe axivîn e. Wekî din hejmareke Kurd jî nikarin bi zimanê xwe biaxivin û xwe distirînin. Dewleta Tirk û rayedarên wê civak bi vî rengî perwerde kirine. Zimanê Kurdî û hebûna wan polîtîk nîşan didin. Ev polîtîzekirin jî wekî terorîst destnîşan dike. Ji bo Tirkan ên bi Kurdî diaxivin terorîst in. Gelek Kurdên me li bajarên Tirkiyê hene û ji neçarî bi Tirkî diaxivin. Eger bi Kurdî biaxivin bi çavekî din li wan dinêrin. Lewma jî gelek mînak hene ku dewletê Kurd terorîze kirine.

Tenê bi rengekî dikarin Kurdî biaxivin ew jî divê heqaretê li hebûna xwe bikin. Eger tu çiqasî karibî heqaretê li xwe bikî tu ewqasî dikarî biaxive. Em vê yekê ji televizyonên Tirkan jî dibînin. Hin televizyonên li başûr jî li ser şopa dewleta Tirk dimeşin. Qaşo çapemeniya Kurdî ne, lê xizmeta dagirkeriyê dikin. Divê Kurd zanibin ku zimanê wan û hebûna wan polîtîk e. Dema tu bi Kurdî biaxive ew di heman demê de peyamek e. Mesela herî dawî li Stenbolê qetilkirina ciwanekî Kurd çêbû. Cîhan Aymaz ji ber ku bi Kurdî stran digot hate qetilkirin. Eger wî ciwanî bi zimanê Erebî, Fransî û Îngîlîzî stran gotibana pirsgirêk çênedibû. Lê dema Kurd bi zimanê xwe distirên dibe pirsgirêk. Li Tirkiyê destûra her zimanî didin, lê dema mesele dibe zimanê Kurdî dijminatiyê dikin.

Ji bo me Kurdan jî zimanê Tirkî zimanê dagirkerî û qirkirinê ye. Dema ku em zarok bûn me ev yek fêm kir. Dema kesek bi Tirkî diaxivî yekser dewlet dihat bîra me. Ji ber ku tenê zimanê dewletê bû. Rayedar, karmend û wezîfedarên dewletê bi wî zimanî diaxivîn. Îro jî ez heman tiştî difikirim. Mesela hin Kurd hene li ser medya dîjîtal bi Tirkî dinivîsin. An jî pirtûkên Tirkî dinivîsin. Di encamê de jî dibêjin ji bo ku civaka Tirkiyê fêm bike em wilo dikin. Lê ji bo min ev tiştekî şaş e. Ji bo ku civaka Tirkiyê fêm bike mirov nikare xizmeta wî zimanî bike. Di encamê de xizmeta dagirkeriyê tê kirin. Dewleta Tirk bi wî zimanî Kurdan qir dike û welatê wan dagir dike. Çiqasî wî zimanî belav dike ewqasî dagirkeriya xwe berfireh dike.

Ji bo me Kurdan ziman nasnameya esasî ye. Em tenê dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin. Eger ziman têk biçe wê demê ti wateya hebûna me jî namîne. Eger ne tiştekî girîng bûya dewleta Tirk ewqasî êrişî zimanê me nedikir. Kurdên me yên li Tirkiyê divê hê bêtir di ferqa vê de bin. Zimanê me di ser her tiştî re ye. Ji bo parastina ziman xebatek berfireh lazim e. Tenê bi axaftinê jî nabe. Lewma divê li her qadê were bikaranîn. Li her qadê berhemên wê hebin. Ji qada siyasî heta civakî, ji qada hunerê heta çandê her tişt bi zimanê Kurdî bixemile. Dema ku ev yek were kirin wê demê em dikarin qala hebûna xwe bikin. Yên dijminatiyê li zimanê me dikin bi vî rengî dikarin werin qelskirin. Di oxira vî zimanî de gelek şehîd hatin dayîn. Gelek heval û hogir hatin girtin û surgunkirin. Piştî ewqas bedelan nabe ku em îro rabin bi zimanê Tirkî nivîsên xwe binivîsin û stranên xwe bêjin. Em dijminatiyê li zimanekî nakin. Lê divê zimanê me beriya her tiştî be. Zimanê me polîtîk e û ji bo parastina me jî girîng e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.