- Serokê Rêxistina Amaje û mamostayek zanîngehê derbarê bandora zimanên biyanî li ser zimanê Kurdî gotin, “Mixabin niha li hinek dibistanan zimanê Kurdî biyanî bûye, ev yek metirsiyek mezin e li ser zimanê Kurdî. Hinek malbat jî ji ber ku zarokên wan zimanê Kurdî nizanin, lê zimanê biyanî dizanin kêfxweş in. Nabe zimanê biyanî cihê zimanê Kurdî bigire.”
Piştî sala 2003’yan li Herêma Kurdistanê çanda dibistanên ne hukmî pêş ket. Ev dibistan zêdetirî xwe girîngiyê didin perwerdeya bi zimanê biyanî û zimanê Kurdî jî paşguh dikin. Têgînek wiha afirandin ku zimanê biyanî ji zimanê dayikê girîngtir be. Derbarê mijarê de seroka Rêxistina Amaje ya ji bo ronîkirina mirovî Behar Mehmud û mamostaya zanîngehê Dr. Îbtîsam Îsmaîl axivîn.
Pêşî zimanê zikmakî
Seroka Rêxistina Amaje ya ji bo ronîkirina mirovî Behar Mehmud axivî û da zanîn ku divê dayik û bav bên perwerdekirin û wiha pêde diçe; “Mixabin niha dayik û bav bi zarokên xwe kêfxweş in ku li dibistanê biyanî dixwînin û zimanê biyanî dizanin. Ev yek gelek tirsnak e, li ti welatek kanal û dibistanek bi zimanek biyanî nîne, divê zarok tenê bi zimanê dayika xwe bixwînin. Piştî fêrî zimanê dayik bûn, dikarin zimanek din jî fêr bibin. Ger zarok zimanê dayikê baş nezanibe, wê çand, dîroka netewa xwe jî baş nezane. Kesên destpêkê dibistanên biyanî dixwînin, diwarê zimanê dayikê de pirsgirêkê jiyan dijîn. Dayik û bav ji zarokên xwe re dibêjin di hemû mijaran de serkeftî bin, lê di zimanê Kurdî de jî ne baş in. Ev yek xeletiya malbatê ye. Divê destpêkê dayik û bav zarokan perwerde bikin, sedema vê yekê hemû jî dijminên me yên derdora me ne ku dixwazin çand û zimanê me kêm bibe.”
Çand ber bi tinebûnê ve diçe
Mamostaya zanîngeha Silêmanî Dr. Îbtîsam Îsmaîl jî liser heman mijarê nêrînên xwe anî ser ziman got; “Mixabin ji ber tevlîbûna çandan û teknolojiyê, çanda me ber tinebûnê diçe, di dema berê de Kurdî xema me bû û li ser Kurdî xelk dihatin darvekirin. Lê niha ev xem nemaye, ne di perwerdeyê de ne jî saziyên ragihandinê de xem nemaye. Tiştek bi navê xak, niştiman, ziman û mirov nemaye. Ya girîng divê carek din li nav malbatê perwerdeya zarok destpê bike.”
Ji bo Kurdî nizanin kêfxweş dibin
Mamosta Îbtîsam di dewama axaftina xwe de da zanîn ku yek ji pîvanên herî girîng ji bo mayîna Gelê Kurd zimane, lê mixabin li dibistanên ne hukmî beşa zimanê Kurdî kêm kirine û wiha dom dike; “Di hinek dibistanan de zimanê Kurdî, biyanî ye, ev jî bandora teknolojî û medyayê ye. Mixabin hinek malbat ji ber ku zarokên wan bi Kurdî nizanin, kêfxweş dibin. Lê zimanê biyanî dizanin, tevî hinek zarok dest bi xwendinê jî nekirine, reng, hejmar û daxwazên wan hemû bi zimanê biyanîne. Ev yek zimanê Kurdî biyanî dike.”
Di dawiya axaftina xwe de jî mamosta Îbtîsam dibêje, “Divê Hikumeta Herêmê û Wezareta Perwerdeyê, dibistanên ne hukmî neçar bikin ku girîngiyê bidin bi cilûbergên Kurdî, zimanê Kurdî û çanda Kurdî. Raste girîng e mirov zimanek biyanî bizane, lê nabe zimanê biyanî cihê zimanê dayikê bigire.”
ROJNEWS