Ziman sekna li dijî bişaftinê ye

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Gulan 2022 - 21:03

  • KNK’ê sala 2006’an bi wesîleya weşana Kovara Hawarê, 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî ragihand. 

KNK’ê sala 2006’an bi wesîleya weşana Kovara Hawarê, 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî ragihand. Ji hingê ve jî 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Wekî berê, vê cejnê jî gelê Kurd di bin zext û astengiyan de pêşwazî dike. Li gel van zextan jî di çarçoveya pîrozbahiyan de bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, amadekarî tên kirin. Têkildarî Cejna Zimanê Kurdî şanogêr Berfîn Emektar û stranbêj Şîlan Dora hin nirxandinan kirin.

Şanoger Berfîn Emektar got, şanoya bi zimanê dayikê, bandoreke erênî li derûniya mirovan dike: “Ez şanoyê bi zimanê xwe dikim û ev yek ji bo min pirr pîroz e. Lê mixabin, ji ber ku zimanê Kurdî ji mafê perwerdehiya fermî bêpar hatiye hiştin, em wek şanogerên Kurd jî bi zehmetiyên şanoyê re rû bi rû dimînin. Her çiqas zimanê min ê nava jiyanê Kurdî be jî, zimanê hunerê cudaye û divê mirov baş pê bizane. Lewma ez fêrî Kurdî bûm da ku bikarim şanoyê bi Kurdî bikim.” 
 
Asîmîlasyon wê temaşevanan nehêle

Berfîn Emektar got, bişaftina Kurdî gihiştiye asteke mezin û ji bo xwedîderketina li ziman bang kir: “Xetereyeke mezin li ser zimanê Kurdî heye. Nifşê nû pirr kêm bi Kurdî diaxive. Edî li gundan jî zarok bi Kurdî naaxivin û bişaftin di asteke zêde de ye. Lewma divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Em ê bi vî awayî karibin pêşî li vê bişaftinê bigirin. Dibe ku 10 sal piştre, em temaşevanên Kurdî jî nebînin. Ji ber ku roj bi roj axaftina bi Kurdî kêmtir dibe. Heke em ziman winda bikin, tiştek li holê nemîne. Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li her tiştî ye.

Ziman, hebûn û nebûna gelekî ye. Ji ber vê yekê bila her kes beşdarî meşa 15’ê Gulanê (yekşemê) bibin.”

‘Ziman sekna li dijî bişaftinê ye’

Stranbêj Şîlan Dora jî got, ji ber ku stranên xwe bi Kurdî distrên bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin: “Tevî astengiyan jî em stranên xwe bi ziman û çanda xwe distrên û bi nasnameya xwe dijîn. Têkoşîna me jî ev e. Xwedîderketina li ziman, sekna li dijî bişaftinê ye. Heke tu bi çanda xwe nejî û di nava jiyana rojane de zimanê xwe bi kar neyînî, ev yek dê rê li ber tinebûnê veke.” 

Di dawiyê de Şîlan Dora îşaret bi ber bernameyên cur bi cur ên bi boneya Cejna Zimanê Kurdî kir û ji bo xwedîderketina li ziman û tevlibûna çalakiyan jî bang kir: “Divê em di jiyana rojane de bi zimanê xwe bijîn. Di nava mala xwe de û bi zarokên xwe re divê em bi Kurdî biaxivin.

Banga min ji bo tevahiya gelê me ew e ku di 15’ê Gulanê de beşdarî çalakiyan bibin û xwedî li zimanê xwe derkevin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.