Ziman nasname û neteweyan diparêze

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Adar 2023 - 04:11

Derbarê giringiya ziman û parastina wê de, Mamosteyê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Silêmaniyê Hawjîn Silêwe got, parçebûna Kurdistanê bandoreke ne baş li ser zimanê Kurdî kiriye. Jihevqutbûna coxrafî û siyasî bûye sedema jihevqutbûna zaravayên Kurdî. Silêwe got: “Tişta Kurd parastine û bûye nasnameya me ya neteweyî, zimanê me ye. Ji bo wê divê em zimanê xwe baş biparêzin.”

 

Şêwezarên Kurdî biparêzin

Mamoste Hawjîn got, giring e her kes di beramberî parastina zaravayên Kurdî de şiyar be û wiha dewam kir: “Ji ber ku bandora çandên gelan, cilûberg û xwarin guherîn, şêwazên jiyanê ferdî jî guherîn. Lê tişta maye û bûye nasnameya me ya neteweyî, zimanê me ye. Ji bona wê divê em zimanê xwe baş biparêzin. Divê şiyariyek baş a neteweyî hebe û em kar li ser parastina zaravayên Kurdî hemûyan bikin.”

 

Siyaseta dagirkeran dike ku ji Kurdî şerm bikin

Hawjîn Silêwe ji bo deverên Kurdistanê yên dagirkerî got, zarok jî ketine bin bandora zimanê biyanî: “Xwendin û nivîsandina dibistana seretayî hemû bi zimanê biyanî ye. Ji bona wê ew zarok wî zimanê biyanî ji xwe re wek zimanê dayikê dihesibîne. Şerm dike bi zimanê xwe yê dayikê ango zimanê Kurdî biaxive. Ev jî di çarçoveya wê siyasetê de ya ku welatên dagirker li beramberî Kurdan bi kar anîn, tê kirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.