Ziman me digihîne hev 

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:48

Komeleya Ziman Çand û Huner a Ankayê (ANKA-DER) bi mijara Wêjeya Kurd a Nûjen gotûbêjek li dar xist. Nivîskar, edîtor û wergêrvan Dr. Dilawer Zeraq weke axivêr tev li gotûbêjê bû û moderatoriya gotûbêjê jî endamê komeleyê Yûsûf Varli kir. Endamên komeleyê, xwendekarên wî û gelek kes tev li gotûbêja ku li avahiya komeleyê pêk hat bûn. 

Yûsûf Varli di axaftina destpêkê de wiha got: “Em her meh têkildarî wêjeya kurd gotubêjekê li dar dixin. Her wiha ji roja duşemê ve dê dersên me yên serdema nû dest pê bikin. Kesên dixwazin tev li bibin dikarin li ser malpera me serlêdanê bikin. Em îro bi nivîskar Dilawer Zeraq ê bi wergêran re 25 berhemên wî hene re ne.”

Hêmana sereke ya pevgihanê

Zeraq, anî ziman ku pêvajoyeke ji serdema Osmaniyan ve tê meşandine û wiha berdewam kir: “Di Qanûna Esasî de dihate diyarkirin ku kesên bi tirkî nizanin nikarin di saziyên cemaweriyê de bixebitin. Em ji vir jî dibînin polîtîkayên li ser ziman ji wê demê dest pê dikin û ev polîtîka me ji hev vediqetînin. Dema ji bo gotûbêjê ji Enqereyê xwe gihandin min ez gelek matmayî mam, ji bo min bû surprîzeke mezin. Ez cara ewil e ji her deverên Kurdistanê mirovan bi hev re dibînim. Ez li Kurdistanê dijîm, li wir ji derdorekê mirov tev li çalakiyan dibin lê li vir dewlemendiyeke mezintir heye. Li vir ji gelek cihên cûdatir ruh hatine bahev û bûye yek ruh. Hêmana sereke ya vê pevgihanê jî ziman e.”

Ziman namire 

Zeraq, destnîşan kir ku di rewşa heyî de cihê ziman ê di nava kurdan de ne xurt e û wiha lê zêde kir: “Divê ziman ji bilî navgîneke ragihandinê veguhere teşeyeke ramanê. Heta ku ziman veneguhere teşeyeke jiyanê, veneguhere parçeyek ji me nikare bi me re entegre bibe. Dema bi me re entegre nebibe dikare herî zêde 30 an jî 50 salan li ser piyan bimîne. Nikare mayînde bibe. Hin mirovên reşbîn dibêjin ku li bakurê Kurdistanê heta 10 salan hin jî dibêjin heta 50 salan dê kurdî winda bibe. Ez wisa nafikirim, ziman namire. Çima namire. Ez ji bo pesnê kurdî bidim an jî torpîlê bikim wisa nabêjim: Kurdî zimanekî ewqas xurte ku li dijî van polîtîkayên bişaftinê û zext û zoran hêj jî li ser piyan e. Heke zimanekî din bûya nedikarî evqas li ser piyan bimîne.”

Kurdî her li ser lingan e 

Zeraq, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez dibêjim ku zimanê me ewqas xurte ku kurd dest ji axaftina bi kurdî berdin jî kurdî bi xwe dê bi kurdî biaxive. Zimanê ku dixwaze Kurdî asîmîle bike divê di asta kurdî de be da ku ev yek pêk were. Korsîka 3 sed salan di bin mêtîngeriya Fransayê de ma, ji zimanê Korsîkayê tiştek nema. Dîsa Îrlanda û Galler heşt sed salan di bin mêtîngeriya Ingilîstanê de ma, ji her du zimanan jî tiştek nema. Mesele Îskoçya dizane ku dewlet be jî heta ku ji zimanê ingilîzî qut nebe nikare serbixwe bibe û di ferqê de ye ku nikare bibe xwe. Çi li rojhilatê Kurdistanê çi li Başûr kurdî hêj li ser piyan e. Ev jî hêza kurdî dide nîşandan.” 

Gotubêj piştî axaftinan bi dawî bû. 

 NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.