‘Ziman bîra civakekê ye’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Hezîran 2022 - 21:09

  • Rêveberê Komeleya Çand, Huner û Ziman a Anka Mehmet Zekî Gonuldaş têkildarî zext, asîmîlasyon û qedexeyên li Kurdî têne ferzkirin axivî.

Rêveberê Komeleya Çand, Huner û Ziman a Anka Mehmet Zekî Gonuldaş têkildarî zext, asîmîlasyon û qedexeyên li Kurdî têne ferzkirin axivî.

Gonuldaş got, "Ziman bîra civakekê ye" û wiha dewam kir, "Rêbaza tinekirina gelekî înkarkirin û asîmîlekirina çand û zimanê wî gelî ye. Mîna ku di xala 42'an a Destûra Bingehîn de tê gotin; Li Tirkiyeyê ji bilî Tirkî ti ziman nikare bibe zimanê perwerdeyê. Kurd tevî ku hêmanê esasî yê vî welatî ye, tevî rabihuriya xwe ya ji sed salî jî nikarin ji aliyê ziman û çandî ve xwe îfade bikin, zimanê wan nikare bibe zimanê perwerdeyê. Ne tenê zimanê Kurdî, ti ji zimanên gelên cografya Anatoliyê weke zimanê perwerdeyê nayê qebûlkirin. Kurd li vê erdî ji aliyê hejmarî ve ji hindikahiyên din zêdetir e. Lewma daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe dikin, lê dewlet vê daxwazê bi cih nîne."

‘Dibe ku tine bibe!’

Gonuldaş destnîşan kir ku Kurdî li gel asîmîlasyonê jî dewam dike, xwedî lê tê derketin û got, "Tevî qedexe, asîmîlasyonê jî ev ziman di stran, muzîk, şano, yanî ji aliyê çandî ve dewam kiriye, tê dewamkirin. Lê belê ev polîtîkaya qedexe û asîmîlasyonê dewam bike dibe ku tine bibe. Li tevahiya cîhanê bi taybetî li Ewrûpayê gel hemû xwedî mafê perwerdeya bi zimanê xwe ne. Ev cihêrengî ye, dewletê yan jî civakê parçe nake. Rewşeke welê ye ku jiyana hevpar a gelan misoger dike û dewlemendiya çandî ye.

Nêzîkatiya rojên dawî ya li zimanê Kurdî nîşaneya pratîka mejiyê înkarê ye. Bi saya taybetmendiya civakî ya Kurdan zimanê Kurdî li gel înkarê jî gihîştiye vê astê. Li gundên dûr ên ku kapîtalîzmê nekarî xwe bigihînê ev ziman û çand jiya ye. Bi bajarîbûnê re ji ber ku di nava çand, perwerdeya serwer û zimanê hilberînê de nîne, asîmîlasyonê bêhtir xwe nîşan daye. Ev nêzîkatî sed sal in hîn jî dewam dike. Bi axaftina bi zimanê dayikê, bi muzîk, çand û hunera bi zimanê dayikê dewletek parçe nabe."

Dê Kirmanckî û Soranî jî hebe

Mehmet Zekî Gonuldaş li ser Komeleya Çand, Huner û Ziman a Anka ku wê 12'ê Hezîranê li Enqereyê dest bi kar bike, wiha axivî: "Li Enqereyê nêzî heft sal in li ser vê bingehê karek nehate kirin. Berê komeleyek hebû ku karê ziman dikir, lê belê hate girtin. Bi zaravayên din ên Kurdî bi Kirmanckî, Soranî jî wê perwerdeyên me hebin. Çalakiyên çand û hunerî jî wê werin lidarxistin. Em ê li vê xakê karên çandî, çalakî û komxebatan lidar bixin."

ANF/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.