Zilma PDK’ê li Behdînan naqede
Pêncşem 2 Kanûn 2021 - 23:24
- Li bajarokê Batîfa yê ser bi Zaxoyê, aktîvîstekî li Zaxoyê diyar, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate girtin.
Li bajarokê Batîfa yê ser bi Zaxoyê, aktîvîstekî li Zaxoyê diyar, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate girtin. Serokê Koma Tevgera Gorran a Parlamena Hewlêrê diyar kir ku berpirsyariya silametiya wî aktîvîstî, hêza asayîşa Dihokê ye.
Rojnamevan Eyhan Seîd jî li ser hesabê xwe yê Fecebookê pêr êvarê diyar kir ku hêzên asayîşa Dihokê bi ser mala aktîvîst Xurşîd Ferec de girtine û ew girtine: “Kak Xurşîd dengek aza û diyar ê Zaxo ye û her binpêkirinek li hember were kirin, aliyên peywendîdar berpirsyar in.”
Serokê Koma Tevgera Gorran ya li Parlamena Hewlêrê, Elî Heme Salih jî li ser hesabê xwe yê Facebookê girtina aktîvîst Xurşîd Ferec Axa Gulî piştrast kir û diyar kir ku berpirsyariya silametiya wî ya hêzên asayîşa Dihokê ye.
HEWLÊR