Zexta li çapemeniyê ranebûye

Sêşem 7 Gulan 2024 - 00:38

  • Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ku serdana rojnamevan Esra Solîn Dal kirî bal bire ser zexta li ser çapemeniyê, got ji salên 90’î û wir ve zexta li ser çapemeniya azad ranebûye, tenê rêbaz guhartiye, di serdema berdest de her cure rexne hatiye qedexekirin.

OMER ÎBRAHÎMOGLU / MA / STENBOL

Zextên li dijî kedkarên çapemeniya azad didomin. Di çarçoveya operasyonê de ku navenda wê Stenbol bû,  23’yê nîsanê polîsên Tirk bi ser malan de girtin û 9 rojnamevan hatin destgîrkirin. 

Nûçegihanên ajansa MA’yê  Mehmet Aslan û Esra Solîn Dal û rojnamevan Erdogan Alayûmat ên ku hatibûn destgîrkirin di 26’ê nîsanê de bi îdîaya ‘’endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Hevdîtinên rojnamevanan ên bi çavkaniyên nûçeyan re û nûçeyên çêkirin bûn mijara sûcdariyê. Yek ji rojnamevanan Esra Solîn Dal li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ser wê hate tazîkirin û wiha ew seh kirin. 

Çapemeniya muxalîf azad nebû

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku serdana Solîn Dalê kir, zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad nirxand. Keskîn bal bire ser ku rojnamevan beriya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hatin girtin û anî ziman ku li Tirkiyeyê berdêla vê rojê nîne. Keskîn, axaftina xwe wiha domand: “Ji Komarê û vir ve, çapemeniya mûxalîf qet azad nebû. Heke hûn têkildarî mijarên xetên sor û bîrdoziya fermî ya dewletê fikrên mûxalîf pêş bixin hûn nikarin tu car azad bibin. Ji ber vê yekê çapemeniya mûxalîf a ku em jê re dibêjin çapemeniya azad li vê erdnîgariyê tu car azad nabin.”

Rêbaza zilmê hate guhartin 

Keskîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê zextên li dijî azadiya îfadeyê piştî sala 2015’an zêde bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewletê di salên 1990’an de rêbazên cuda bi kar dianî. Mînak ji holê radikir, dikuşt, dema destgîrkirinê nebedî dikir. Lê ji aliyê azadiya îfadeyê ve bi awayekî qismî rehetiyek hebû. Lê niha rêbaz hatin guhertin. Niha jî azadiya ramanê bi temamî tê astengkirin û biryara girtinê tê dayîn. Mînak berê we ceza digirt, dema ceza teqez dibû hûn diketin girtîgehê. Lê niha mirov ji ber fikrên xwe, bi taybetî jî dema xebatkarên çapemeniyê ji bo îfadeyê diçin tên destgîrkirin û girtin.”

Rê li axaftinê hatiye girtin 

Keskîn, da zanîn ku Tirkiye peymanên ku îmze kiriye bi cih naîne û wiha lê zêde kir: “Ez ne rojnamevan im lê navê min 3 salan weke gerînendeya weşanê ya giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ku rojnameya Mûsa Anter ê her tim deynê dilsoziyê hîs dikim hate nivîsîn. Ji ber vê yekê jî min û hevalên min ên din bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ me ceza wergirt. Ji bo ku hûn dibin gerînendeya weşana giştî ya rojnameyekê an jî nivîsekî dinivîsî we weke ‘endama rêxistina biçek’ qebûl dikin. Her wiha sûcdariyên weke ‘propagandaya rêxistinê’ , ‘heqareta li serokomar’ tên kirin. Bi kurtasî em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexe ye de derbas dibin. Lê em dikarin hemû pirsgirêkan bi axaftinê çareser bikin. Lê em nikarin biaxivin. Pirsgirêk li vir e.”

Cotstandartî hêzê dide dewletê

Keskîn, bal bire ser ku girtina 3 rojnamevanan di gelek organên medyayê de cih negirt û bi lêv kir ku mûxalefeta sereke û çapemeniya mûxalîf “vebijeriya mexdûran” dikin. Keskîn axaftina xwe wiha domand: “Partiya mûxalefeta sereke tenê bi azadiya kesên nêzî xwe re eleqedar dibe. Min di tu televizyon û organên çapemeniyê yên dibêjin mûxalîf in de nedît ku nûçeya her 3 hevalên me yên rojnamevan çêkir.Tenê yên xwediyê kevneşopiya çapemeniya azad kirin nûçe. Em neçar in ku vê vebijêriya muxalefetê ya mexdûran jî biaxivin. Di rojên derbasbûyî de Bariş Terkoglû 2 sal ceza wergirtin. Helbet em li dijî vî cezayî jî ne. Lê ew di hemû çapemeniyê de cih girt her 3 hevalên me yên rojnamevan ên hatin girtin di tu organên çapemeniyê de cih negirtin. Ev cot standart hêzê dide vê dewletê ku mafan zêdetir bin pê bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.