- Nîvê Elmanên beşdarî anketê bûn, gotine, ew bi yekbûnê kêfxweş nebûne.
Bi boneya salvegera 32’yan a yekbûna 2 Elmanyayan, anketek hate çêkirin. Nîvê Elmanên beşdarî anketê bûn, gotin, ew bi yekbûnê kêfxweş nebûne.
Piştî Şerê Cîhanê yê 2'emîn, bi hilweşîna Elmanyaya Nazî, bi piştgiriya bloka rojavayî ya bi serkêşiya DYE, Ingilistan û Fransayê, di sala 1949'an de Komara Elmanya ya Federal (Elmanya Rojava) û Komara Demokratîk a Elmanyayê (Elmanya Rojhilat) a bi sîstema sosyalîst a bi bandora Yekîtiya Sowyetan ava bûn.
Lê belê di salên 1980'î de di çarçoveya polîtîkaya jinûve avabûnê ya Serokdewletê Sowyetan Mîxaîl Gorbaçov de, li nava welatên Bloka Rojhilat pêvajoya reformê dest pê kir. Ev pêvajo sala 1989'an bi hilweşandina dîwarê Berlîn parçe dikir û di navbera du Elmanyayan de bû, bi encam bû.
Herdu Elmanya di 3’yê Cotmeha 1990'î de bi rengekî fermî bûn yek û ev roj jî weke 'Roja yekbûnê' hate pîrozkirin. Bi boneya salvegera 32’yan a vê bûyera dîrokî, encamên anketekê li rojnameya 'Bild am Sonntag'ê hatin weşandin. Li gorî vê anketê pirraniya beşdaran nekarî bi yekbûna Elmanyayê şa bibin.
Şirketa lêkolînê INSA'yê pirsa 'Hûn ji yekbûnê kêfxweş in?' pirsî. Ji sedî 47´ê li Elmanyayê Rojava û ji sedî 56´ê li Elmanya Rojhilat got, 'Na'. Rêjeya kesên ji yekbûnê kêfxweş in jî li rojava ji sedî 44, li rojhilat jî ji sedî 33 ye.
Dewlet neadil e
Di anketê de wekî din ev encam derketin holê:
* Ji sedî 77´ê mirovên li rojhilatê Elmanyayê, sîstema dewletê adîl nabînin. Yên adîl dibînin jî ji sedî 17 e.
* Li gelemperiya welêt ji sedî 69´ê xelkê ji Hikûmeta Federal ne razî ye. Ev rêje li rojhilatê Elmanyayê ji sedî 74 e. Rêjeya rojhilatiyan ên ji karên hikumeta sosyal demokrat, kesk û lîberalan razî ne ji sedî 19 e.
* Rêjeya kesên ku dibêjin, 'Di nava pênc salan de rewşa demokrasiyê nebaş bû' ji sedî 59 e, li rojhilat jî ji sedî 63 ye.
Bernameya dewlemendkirina rojavayê Elmanyayê
Ji bo siyaseta jinûveavakirinê ya rojhilatê Elmanyayê ya ji 1991´ê heta 1996´an, dawiya sala 1996´an şaredarê berê yê Hamburgê ji rojnameya Die Welt re 4´ê Kanûna wê salê gotibû, “Herçî yekbûna Elmanyayê ye, esas pênc salên jinûveavakirina rojhilat bernameya herî mezin a zengînkirina Elmanên rojava ye.”
Tişta ku wî esas çêl lê dikir jî ew bû ku tevahiya berhem, milk û amûrên hilberînê yên rojhilatê Elmanyayê weke mezatê firotibûn şirketên ji rojavayê Elmanyayê. Îro roj, weke sedema sereke ya newekheviya rojava û rojhilatê Elmanyayê jî ev siyaseta hanê tê dîtin.
BERLÎN