Zemînekî zêrîn ji bo zimanan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Sibat 2023 - 04:41

SORGUL ŞÊXO/JÎNHA/HESEKÊ

 

Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, ji bo hişyarkirina cihêrengiya ziman û çandî tê pîrozkirin, her sal li seranserê cîhanê di 21'ê Sibatê de tê pêşwazîkirin û ji aliyê UNESCO’yê ve cara yekem di 17'ê Mijdara 1999'an de hat ragihandin. Paşê ew bi fermî ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat pejirandin. Di pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ya ku xwe dispêre projeya Neteweya Demokratîk, pêkhateyên li heremê bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin.

Rêvebera Giştî a Saziya Olaf Tao ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Caklîn Silîba bi boneya Roja Cîhanî a Zimanê Dayikê got, “Rêveberiya Xweser zemînekî zêrîn da avakirin da ku em ji nû ve wekî netewe xwedî li zimanê Suryanî derkevin."

 

‘Olaf Tao’ zimanê Sûryanî diparêze

Caklîn Silîba 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li tevahî pêkhate û gelan pîroz kir û got, "Bi xemgînî em vê dibêjin, em di pêvajoyeke pirr zor û zehmet re derbas dibin, ji ber Zimanê Suryanî negihiştiye wê asta ku tê xwestin. Em jî wekî Saziya Olaf Tao ji sala 2014'an ve hewl didin ku vî zimanî ji nemanê biparêzin û tiştên nû biafirînin. Em li ser vê yekê dixebitin ku branşên bi zimanê Suryanî çêkin her wiha mamosteyên ku van biranşan bi zimanê Suryanî li dibistanan bidin şagirtan, amade dikin. Branş ji refê pêşdibistanê heta zanîngehan bi her du beşên xwe yên zanistî û wêjeyî bi zimanê Suryanî tên amadekirin."

 

‘Beriya gel ziman qir dikin’

Caklîn Silîba got, sedema hebûna mirovan hebûna ziman e, pergalên dewletê timî dixwazin zimanê gelan qir bikin: "Ziman hebûna mirovan li ser axa ku li ser dijî, nîşan dide. Zarok çawa şîr ji pêsîra dayika xwe dimije, pê re hînî ziman, çand, exlaq û rêûresmên civaka xwe dibe. Ji Bakurê Kurdistanê heta bi Iraq, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewletên ku li heremê serdest bûn, xwestin bi êrişên xwe yê li dijî civakê, ziman, beriya ku gel qir bikin û hebûna wî têk bibin."

Caklîn Silîba bal bire ser projeya Rêvebera Xweser a li ser bingehê Neteweya Demokratîk û got, zemînekî zêrîn ji wan re ava kiriye da ku Suryanî ji nû ve xwedî li zimanê xwe derkevin: "Di projeya Rêveberiya Xweser de me dikarîbû beşekî mezin ji mafê xwe bigirin û wekî netewe hebûna xwe biparêzin. Em bi vê yekê re dikarin di asta navneteweyî de jî daxwaza mafên gelê xwe bikin. Bi Rêveberiya Xweser re me dikarîbû ji nû ve zimanê suryanî zindî bikin. Ziman keleha şaristaniyên me yên demokratîk e, xwedîderketin û hînkirina wî jî pêwîst e."

 

Projeyên bipêşxistina zimanê Suryanî

Caklîn Silîba behsa projeyên ji bo bipêşxistina zimanê Suryanî jî kir: “Niha em branşan û mamosteyan amade dikin. Her wiha em li ser çêkirina film û çîrokên zarokan dixebitin û hemû jî wê bi zimanê Suryanî bin. Di dema pêş de em ê du peymangehên amadekirina mamosteyên zimanê Suryanî li Hesekê û Qamişloyê vekin. Her wiha waneyên cûda yên ziman em ê havînê bidin şagirtan. Her wiha filmên zarokan û stranên Suryanî em ê çêkin. Gelê Suryan jî bi dilxweşî van xebatan qebûl dike û beşdar dibe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.