NESRÎN HISEN / JÎNHA / ŞENGAL
Çand û huner bi daxwaza hînbûne ya zarokên Êzîdiya ya Şengalê ji nû vê zindî dibe. Piştî fermanê, pergala Rêveberiya Xweser a ku tevahiy pêdiviyên civakê pêk tîne, di warê çand û hunerê de jî kedeke mezin dide. Mamostayên çand û hunerê, Sitiya Nexşan jî ji bo ku zarokên Şengalê hê di temenên xwe yên piçûk de baş û rast fêrî çanda xwe bibin, bi perwerdeyên cûr bi cûr yên înstrumanan zarokan hîn dikin. Zarok jî bi hînbûna hin înstrumanan, çanda Êzîdiyatiyê diparêzin. Dewreya zarokan a navbera ji bo zarokên 9 ta 14 salî ku niha li navendê liser muzîkê ango def û rîtmê perwerde dibin, derbarê karên xwe de axivîn.
Yek ji endamên koma defê, Şoreş Dexîl dibêje, “Ev demek e ku ez di kar û xebatên çand û huner de cihê xwe digirim ji mamoste, hevalên xwe û ji çand û hunerê jî hez dikim.” Şoreş Dexîl diyar dike ku ew heya niha fêrî gelek tiştan bûne.
Rena Kerîm jî piştî stranekê dibêje, ji tevahî zarokên Êzîdî xwest ku werin kar û xebatên çand û huner bikin û bang li zarokên li kampan jî kir da ku vegerin warê xwe û bi çanda xwe perwerede bibin.
Wê derkevin ser dikê
Jiyan Celal a 7 salî jî xeyalên xwe yên li pey perwerdeya defê ji me û hevalên xwe re bi dibêje, “Mamostayên me gotin, xwe baş hînî defê bikin. Em ê xwe hîn bikin. Em ê xwe fêrî tembûrê bikin, cilên Êzîdî û yên Kurdî li xwe bikin, kofiyan li serê xwe bikin û ji bo em stranên li ser Şengalê bibêjin, em ê derkevin ser dikê.”
‘Em ê çanda xwe biparêzin’
Sosin Seydo zarokeke din e; lê ew niha mamostetiya hevalên xwe dike. Ew jî dibêje; “Em dixwazin xwe bêhtir hînî înstrumanan bikin, her wiha komên me yên muzîk û govendê hene û her diçe mezintir dibin. Em dixwazin gelek hevalên din jî li xwe zêde bikin da ku bi çanda xwe rabin. DAIŞ’ê dixwest bi êrişên xwe çanda me tine bike, lê em weke zarokên Şengalê rê nadin û em ê heta dawiyê çanda xwe biparêzin.”