Zarokek ji xefika hişbirê rizgar bû

Duşem 16 Çile 2023 - 10:34

N.L. xwendekarê Dibistana Amadehî ya Ahmet Arîf a navçeya Yenîşehîr a Amedê ye. Naçe dibistanê û malbata wî pê nizane. Malbat paşê pê dihise ku zarokê wan naçe dibistanê. Lêdipirse û têderdixe ku zarokê wan ketiye xefika çeteyeke hişbirê. Malbat vê carê hewl dide lawê xwe ji çeteyê rizgar bike û wî rizgar dike.

Li wê dibistana ku N.L. diçiyê, zarokê bi navê Y.Y. heye û zarokan dixe nava xefika hişbirê û fihûşê. Hat zanîn ku vî kesê navbirî ji wê dibistanê dişînin Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Orhan Asena. 
 
Di nava dibistanê de tiryakê difiroşin

Hediye L. xwişka N.L. ye. Hediyeyê got, hê dema nû birayê wê ketiye nava vê çeteye, daxilî pêvajoyê bûye û ji ber ku destpêkê pê hisiyane, ew rizgar kirine.

Hediyeyê da zanîn ku bi serkêşiya Y.Y. ê xwendekar birayê wî ketiye nava wê xefikê û gelek kesên tiryakkêş û firoşkarê tiryakê bi pêwendiya Y.Y. diçin derdora dibistanê û ew jî dikevin pey vê yekê. Hediyeyê diyar kir ku ev çete dikeve heta nava dibistanê û her cûre şantajê û gefê li xwendekaran dixwin. 
 
Bi kesên mezin re dihat

N.L. yê ji xefika tiryakê hat rizgarkirin jî wiha qala rewşa xwe kir: “Min pola xwe guhertibû. Y.Y. jî hatibû wê polê. Piştî demekê, me bi hev re dema xwe derbas kir. Serê pêşî, tiştek wiha nebû, pişt re dema derketina ji dibistanê, vê carê bi kesên mezin re dihat cem me. Min jî ew nas kirin. Madeyên hişbirê bi kar dianîn. Carna li Y.Y. tundî jî dikirin. Her cûre madeyên hişbirê dianîn dibistanê û difirotin.“
 
Divê ciwan ji van kesan dûr bisekinin

N.L. her ku diçe, dev ji dibistanê berdide, û bêhtir bi Y.Y. re dema xwe derbas dikir. Wî wiha ciwan hişyar kirin: “Ji bo madeya bi navê jê re digotin ‘derman’ bifiroşin min, pere ji min dixwestin. Her serê sibehê wesayîteke spî dihat ber dibistana me. Y.Y. jî ew hişbir dida du hevalên xwe jî. Dîmenên kesên ku xistibû nava tora fihûşê û tiştên mîna wê dikişand û gef li wan dixwarin. Kesek ketibû nav wê xefikê û fihûş pê dabûn kirin, diçû derûnnas. Ez ne yekî ku hişbirê bikar bînim bûm, lê nizanim çawa bû, ez ketim wê xefikê. Ez jê rizgar bûm lê rewşek xerab bû. Ez bang li zarok û ciwanan dikim da ku nekevin vê xefikê û ji kesên wiha dûr bisekinin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.