YPG’ê PDK li derewê qeliband

Pêncşem 28 Nîsan 2022 - 22:33

  • Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd doh bi daxuyaniyekê bersiv da îdîayên Asayîşa PDK`ê.

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd doh bi daxuyaniyekê bersiv da îdîayên Asayîşa PDK`ê. Asayîşa PDK´ê pêr îdîa kiribû ku amûrên leşkerî yên YPG`ê şandine, li Dihokê hatine girtin. Nûrî Mehmûd got, ev îdîa ne rast in û PDK bi îdiayên bi vî rengî hewl dide hevkariya xwe bi dewleta Tirk re veşêre.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî îdiyaên PDK`ê derbarê şandina amûrên leşkerî bo Başûrê Kurdistanê de, daxuyaniyek da.

Nûrî mehmûd got, “Roja 26`ê Nîsanê, Asayîşa PDK` ve îdîayek kir. Li gorî vê îdîayê; hinek amûrên leşkerî ku ji aliyê YPG ve hatine şandin, li Dihokê hatine girtin. Ti têkiliya me bi wan amûrên leşkerî re ku li Dihokê ji aliyê Asayîşa PDK`ê ve hatin girtin. nîne. Di îdîayê de tê gotin ku ev amûr ji aliyê yek ji berpirsiyarên YPG`ê Rodî Hisên ve hatine şandin.

Di nava YPG`ê de kesekî bi vî navî nîne. Ev bûyer û tiştên ku ji aliyê PDK`ê ve tên gotin, ne rast in. Bi rêya nûçeyên bi vî awayî, PDK hewl dide ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re veşêre. Her wiha hewl dide ku êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk rewa bide nîşandan. Di demekê de ku êrişên dagirkeriyê li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûne, belavkirina îdîayên bi vî rengî gumanan çêdike.

Dixwaze bi nûçeyên bi vî awayî bi zanabûn şoreşa Rojava û gelê Rojava hedef bide nîşandan û zirarê bide tekiliyên wê yên dîplomatîk. PDK her wiha bi nûçeyên bi vî awayî, hewl dide ku nerazîbûna raya giştî ya Kurdî li hember, beralî bike. Pêwîst e gelê me û raya giştî ji nûçeyên bi vî awayî bawer nekin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.