YNK li gel Sûdanî civiya

Sêşem 26 Adar 2024 - 00:46

Fraksiyona YNK’ê li Encûmena Wezîran a Iraqê bi Wezîrê Dad û Jîngehê ku ew jî ser bi YNK’ê ye, li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li Bexdayê civiyan.

Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Iraqê Biryar Reşîd derbarê naveroka civînê de agahî dan û wiha got:“Fraksiyona me daxwaz ji Sudanî kir ku proseya dayîna mûçe û hejmara bankayê çareser bike. Sudanî jî diyar kir ku hikûmet xwe berpirsyar dibîne di dabînkirina mûçeyê hemû welatiyên Iraqê bê ferq û cudahî. Her wiha Sudanî da zanîn ku pirsgirêka mûçeyê pêşmerge û hêzên navxweyî yên emnî hatiye çareserkirin û ji bo çareserkirina proseya dayîna mûçe û hejmara bankayê jî pêngav têne avêtin.

Biryar Reşîd di dewama axaftina xwe de diyar kir ku her wiha di derbarê hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê de jî Serokwezîrê Iraqê ragihand ku hikûmeta wî erkê xwe yê ji bo dabînkirina bûdceya hilbijartinan û alîkariya Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan bi cih aniye û divê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bên lidarxistin.

Parlamenter Reşîd destnîşan kir ku Fraksiyona YNK’ê li ser temamkirina rêkarên destûrî yên ji bo hilbijartina walî û pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê axivî û ji bo vê jî bal bire ser rola Serokwezîrê Iraqê ya di nêzîk kirin û lihevanîna pêkhate û aliyên serketî yên parêzgehê de.

Biryar Reşîd da zanîn ku YNK’ê di civînê de derbarê serweriya xak û hewayî ya Herêma Kurdistanê û asayîşa herêmên sînor de, daxwaz ji Sudanî kir ku hikûmeta federal ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi rêyên dîplomatîk xebatên xwe xurtir bike.

Hêjayî gotinêye ku hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê di nava 6 mehên borî de tenê mûçeyê mehekê belavkiriye. Hikûmeta Iraqê 608 milyar dînar şandiye, lê hikûmeta demborî ya Herêmê dest daniye ser û belav nake.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.