YNK di hilbijartinê de bibiryar e

Şemî 4 Gulan 2024 - 01:35

PDK’ê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hewil dide rê li ber hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bigre û ji bo desthilata xwe bidomîne rewşa li herêmê aloztir bike. Hemû aliyên din yên sereke yên Herêma Kurdistanê, Iraq û civaka navdewletî li gel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin. Berpirsê Melbenda YNK’ê ya Germiyanê Salar Mehmûd behsa bandor û metirsiyên paşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û got:“Şovenîst Parlamentoya Herêma Kurdistanê û statuya Herêmê naxwazin. Li ser vê mijarê nêrîneke min a taybet heye ku bi baweriya min hinek ji şovenîstên Iraqê ji sîstema federalî poşman in.”

Salar Mehmûd da zanîn ku piştî Sedam Husên, sîstema dewleta Îraqê li gora destûra bingehîn bûye sîstemeka federal û got:’’Niha jî piştî 21 salan, li Iraqê sîstema federalî nehatiye avakirin. Ji ber ku stûnên sîstema federal pir-herêmî ne. Lê niha tenê Herêma Kurdistanê maye û hinek şovenîst dixwazin Iraqê ji federalî bikin navendî. Gotegot hene ku wê destûra Iraqê bê guhertin, ku ew destûr bê guhertin jî wê destpêkê destkariya madeya 140 û kêmkirina mafên gelê Kurd bê kirin. Lewma eger hilbijartin bên paşxistin metirsiyeke mezin li ser pêşeroja Herêma Kurdistanê heye. Beriya du salan dema parlamentoya Herêma Kurdistanê bidawî bûbû. Dadgeha Federal ya Iraqê, Parlamentoya Herêma Kurdistanê betal kir. Li ser gilî û gazinceke din îhtimal heye parlamentoya Herêma Kurdistanê were hilweşandin. Eger hilbijartin bên kirin wê sîstema federalî li Iraqê bê nûkirin û gelek desthilat, parlamento û encûmenên parêzgehan ku niha felc bûne wê bên nûkirin. Ew ê hikûmeta Iraqê zêdetir rêzê li Herêma Kurdistanê bigire.” Di dawiyê de jî Salar Mehmûd têkildarî helwesta partiya xwe YNK’ê de got; “Eger hilbijartin neyên kirin, îhtimal heye Iraq Herêma Kurdistanê weke parêzgehekê binirxîne. Ji ber vê yekê em weke YNK em bi israrin ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin. Nekirina hilbijartina parlamentoyê wê Herêma Kurdistanê bixe nava metirsiyeke mezin.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.