YJA Starê 4 dagirker kuştin
Yekşem 25 Tîrmeh 2021 - 16:18
- Di çalakiyên gerîlayên YJA Starê de herî kêm 4 dagirker li Heftenîn û Avaşînê hatin kuştin. Gerîlayan li Zapê jî derb li helîkoptereke êrişê xist.
Li herêmên Avaşîn û Heftenînê, di çalakiyên gerîlayên YJA Starê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên dagirkeriyê û çalakiyên gerîlayan, daxuyaniyeke nivîskî da.
HPG´ê ji bo Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya li herêma Heftenînê got,
"24'ê Tîrmehê saet di 05:45'an li qada Xantûrê bi rêbaza sekvaniyê hêzên me yên YJA Satarê li dagirkeran xist. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
Ev çalakiya hêzên me yên YJA Starê ji bo bibîranîna salvegera şehadeta hevrêya me, fermandar Zelal Sîdem hate kirin ku li Heftenînê bi lehengî şer kir û tevlî karwanê nemiran bû."
Bi 2 sabotajan 3 dagirker kuştin
HPG´ê ji bo Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê jî HPG´ê ev agahî parvekirin: "24'ê Tîrmehê saet di 08:50'î de li dijî dagirkerên ji Girê Silêman diçûn Sirtê Navçela, hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sabotajê çalakî kir. Di encama vê çalakiya serketî de 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirker qedemeyekê vekişiyan; hêzên me yên YJA Starê cara duyemîn bi rêbaza sabotajê li wan xist û dagirkerekî din ceza kir. Piştî çalakiyê dagirkeran malzemeyên leşkerî li naverastê hiştin û reviyan. Artêşa Tirk a dagirker kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.
Di vê çalakiya serketî ya hêzên me yên YJA Starê dagirker xistin bin kontrola xwe û bi rengekî serketî lê dan, 3 dagirker hatin cezakirin."
Gerîlayan droneyeke di anî xwarê
Di dewamê de HPG´ê got, gerîlayan li vê herêmê droneyek daye erdê: "24'ê Tîrmehê li devera Girê Sor dagirkerên dixwest ber bi tunelên şer ve biçin, hêzên me ji nêz ve li wan da. Dagirkeran derb xwar û neçar man ku qedemeyekê vekişin. Hêzên me heman rojê Droneyek li herêmê xistin xwarê.
25'ê Tîrmehê saet di 08:40 û 10:30'î de hêzên me dest li dagirkeran werda, van dagirkeran hewl dida bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin. Di encama destwerdana xurt de dagirker neçar man ku vekişin. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî hêzên me nekarîn bisekinin û neçar vekişiyan, di dema vekişînê de jî agir berda daristana li Girê Silêman.
Êvara 24'ê Tîrmehê, artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan bombe li devera Xantûrê ya herêma Avaşînê berandin. Ji ber vê bombardûmanê agir bi deverê ket, xisar li bax û baxçeyên gelê me yê sivîl bû.
24'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00:00 de gundê Orê yê nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
24'ê Tîrmehê saet di 02:30'î de artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi teqemeniyan êrişî tunelên şer ên li qada Werxelê kirin.
24'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-23:30'î de li herêma Zapê dagirkeran bi helîkopterên êrişê bombe li qada Girê Şehîd Sîmko barandin."
Helîkopterekê derb xwar
Pêr jî HPG´ê da zanîn ku hêzên wê li Zapê derb li helîkoptereke êrişê za dewleta Tirk xistiye: “Herêma Zapê ya di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 22’yê Tîrmehê saet 00:00’an li qada Werxelê 2 helîkopterên êrişê ji aliyê hêzên me ve bi taktîka gerîla ya dema nû hedef hatin girtin. Di encama çalakiyên serketî de, helîkopterekê derb xwar. Helîkopter neçar ma ku ji deverê dûr bikevin."
BEHDÎNAN