‘Yên li ber xwe didin zarokên me ne’

Yekşem 8 Gulan 2022 - 21:15

  • “Êzîdî li her derê hene, li Bakur, Rojava, Ewrûpa û şehîdên li vir ji wan deran jî hatine û di oxira parastina vî miletî de gihîştine şehadetê. Em dixwazin ku siyasetên xwe yên qirêj ji me dûr bigirin.”

BÊRÎVAN ŞENGALΠ  / ANF/ŞENGAL

Ji rûspiyên eşîra Feqîran a Şengalê Berekat diyar kir ku yên Şengal di nava çeteyên hov de hiştin û reviyan, nabe ku careke din vegerin Şengalê û got, "Divê kes vê yekê ji me nexwaze."

Ji serokeşîrên Feqîran Berekat Mirad têkildarê zext û hewildana PDK’ê ya ji bo ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê bersiva pirsên ANF’ê dan. 

PDK hewil dide cardin vegere Şengalê û xwe bicîh bike. Hûn li ser vê yekê çi dibêjin?

Wexta PDK’ê sala 2014’an li çiyayê Şengalê û artêşa Iraq dest ji me berda û reviya. Her kes jî dizane ku 12 hezar pêşmerge jî li Şengalê hebûn. Wan jî em di destê wan har û hovên DAÎŞ’ê de hiştin û çûn. Bi hezaran mirov hatin kuştin. Bi hezaran dîl ketin. Jin û zarok jî di nav de bi hezaran birçî û tî di nav van çiyayan de asê man. Dayîkan ji neçarî zarokên xwe avêtin ji bo ku canê xwe xilas bikin. Hetanî niha jî 2800 heya 3000 xwişkên me di destê wan hovên DAÎŞ’ê de ne. Îro dixwazin li Şengalê peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin. Plana hêzên navdewletî ye.

Tifaqeke navxweyî çêkirîne. PKK dikin hincet û êrîş tînin ser me. Li vir PKK nîne hemû zarokên me ne. Ji 2014’an heya niha jî yên berxwedaniyê dikin zarokên me ne. Wan xwe birêxistin kirine û gotine heger rojekê hikûmeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê kêrî me nehat, emê carekî din eynî tiştan dubare jiyan nekin û bi wê felaketê re dûbare rû bi rû neyên. 

Li gorî nêrîna min, tişta em ji vê rewşê fam dikin, dema ferman bi serê civaka Şengalê de anîn bi hezaran hatin kuştin, gelek ji nêza mirin. Ev yek nayê qebûl kirin. Yên ku Şengal hiştin û bûn sedem ku Êzîdî di destê wan çeteyên hov de bimînin, divê cardin neyên Şengalê nemînin, divê vê yekê ji me nexwazin. Dinya alem dibêje, li Kurdistanê ji kê pirs bikî wê bêje ev yek anîn serê me, serê Êzîdiyên me û wê bêjin jenosîd û fermanekî mezin bû. 

Derbarê zextên hikûmeta Iraqê yên ji bo belavkirina hêza parastina Şengalê û pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê hûn çi dibêjin?

Me dema şerê Iraqê jî ji bo vê axê şehîd dan. Me xwe welatiyê vê axê dît. Dema ku malwêranî dibe, şer çêdibe ji Êzîdiyan re dibêjin em we qebûl dikin, lê dema rihetî be, şer nebe Êzîdiyan qebûl nakin… 

Ji bo plana peymana 9’ê Cotmehê, dinya alem dizane ku ji aliyê Tirkiye, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Kazimî ve hatiye îmze kirin. Armanca wan tinekirina civaka me ye. Ji 2014’an heya niha zarokên me liberxwe dide û şehîd dan. Em bejna xwe li ber wan şehîdan ditewînin.

Her şehîdek weke Şehîd Mam Zekî, Şehîd Macîdê Timemî, Zabitel Teyar û ji kû derê hatibe bila hatibe, ger hatibe vir şehîd ketibe em bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Em welatiyên Iraqê ne. Heger me şehîd dan, li berxwe da, fermanek jiyan kir, dema zarokên me bûne hêzek û ew bêjin em zarokên we nas nakin, nabe. Divê hêzên me bêne qebûlkirin da ku ev ferman dubare nebin, rewşa birîndarî bê derbas kirin. Em pirs dikin ka mafê mirovan, kanî mirovên demokrat, ka miletên Iraqê? Ji her beşên civakê yên li ser vê axê dijîn re banga me ewe ku bila li dijî vê zilmê bisekinin û çalakiyan bikin. Me zor û zext li ti kesî nekiriye. Her tişt hate serê me.

Em di şer de li pişt wanin, axa wan jî, kerameta Iraqê jî diparêzin lê îro hikûmeta Iraqê bi dewletên din lihev bike û bi hinceta ku hinek biyanî li Şengalê ne û bêjin PKK têde ye û zextê li vî miletê me bikin, ne rast e. Em bi hevre bigerin ka çi PKK li vê derê heye? Raste PKK hat, hemû civak qenciya wê ya li ser Iraqê jî dizane. Em ti demî xêr û başiya wan ji bîr nakin. Heger DAÎŞ ketiba van bajaran tiştek ji me nedima. Heger çiya ji me bigirtibana, tiştek ji me nedima, hêzek me jî nedima ku tola me rake û van cihên dagirkirî ji destê wan rizgar bike. Hatin mala wan ava. Me perwerde kirin, fêrî çek kirin, xwarin dan me, hêzek me çêbû. Îro dewletên derve, cîranên me jî, Iraq bi xwe jî heger bêje emê vê hêzê tine bikin û Êzîdiyan qebûl nakin, tiştekî pir zehmet e piştî ewqas şehîdên hate dayîn em vê yekê qebûl bikin.

Ji bo xwedî derketina li Şengalê divê çi bê kirin?

Êzîdî li her derê hene, li Bakur, Rojava, Ewrûpa û şehîdên li vir ji wan deran jî hatine û di oxira parastina vî miletî de gihîştine şehadetê. Em dixwazin ku siyasetên xwe yên qirêj ji me dûr bigirin. Em welatiyên vî welatî ne, em dixwazin jiyana xwe bi pêş ve bibin û debara xwe bikin. 

Şehîd Şervan jî şehîdek me ye. Zarokên mala Şêx Xidir ji Elmanya hatin û li vê axê şehîd dan, xelkê Sîba Şêx Xidir bûn. Zarokên me ne. Ji me re gelekî zehmet hat. Hikûmeta Iraqê dema birayê xwe bikûje gelekî zehmet bû. Iraq hemû yek e, em wek hevûdu nin. Ev şehîd jî zarokên Iraqê ne...

Em naxwazin bê gotin ku Iraq li hemberî civakên xwe zilm dike, zorê bikar tîne. Ti sûdek xwe ji bo wê nîne ku zarokên xwe bikuje yan bide kuştin…

Xwedê hemû miletên li Iraqê bisitrîne. Em her xêr dixwazin, aşitî dixwazin, biratî û dostanî di navbera hemû netewan, hemû baweriyan de dixwazin…

Bangawaziya we ji bo civaka Iraqê û civaka Êzîdî çiye?

Em dengê xwe digihînin her kes û baweriyê, çi Şîe be, Sine, Kakayî, Cihû, Kurd, Şebek be yan Saabî be, kê dibe bila bibe, her kesê ku li Iraqê jiyan dike. Em hemû yek in, em jî civakek bindest in, bila bihêlin em ji xwe re bijîn.

74 ferman hatin serê me. Hemû planên siyasî bûn. Wek peymana 9’ê Cotmehê bûn. Wê demê jî ferman li ser me rakirin, wek fermana welatê xalta. Ji bo tunekirina vê civakê gelek caran ferman rakirin. Lê ez bawer dikim heya yek Êzidî jî bimîne wê ev civak terka axa xwe, bawerî û şehîdên xwe neke.

Gotegotên derew û tiştên ne rast tê gotin. Hate gotin kes li Şengalê nemaye, her kes reviyaye, Şengal vala bûye. Ne rast e. Kaymaqam rabû, Fermandarê Operasyonê (ya Musilê) rabû û daxuyaniyek dabû. Gotin vegerin, tiştên hatine gotin me negotine, derewan dikin, terka axa xwe nekin. 

Banga min ji hemû mirovan re heye. Weke cara din jî min got. Ji kîjan bawerî û miletê li Iraqê dijî jî be, bila hemû Êzîdiyên me, li her aliyê cîhanê piştgiriya civaka xwe û Şengala xwe bikin. Şengal aram e, pirsgirêkek jî nîne. Li her derî nakokî çêdibin, pirsgirêkek derdikeve, lê terka axa xwe, civaka xwe, baweriya xwe dayîn ne raste. Ez bang li hemû civaka me dikim ku werin vegerin ser axa bav û kalan. Ev der kerameta we ye, pêşeroja we ye. Vegerin bi zimanê xwe, siyaseta xwe, hêza xwe ya leşkerî û siyasî re xizmeta civaka xwe bikin.

Banga min ji hikûmeta Iraq’ê, aliyên siyasî, hemû beşên civakên Iraqê heye ku bila piştgirî bidin civaka Êzîdî û nehêlin carekî din ferman û qirkirin li ser civaka me, li ser axa Iraqê çêbibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.