Yekser êriş bir ser xelkê

Yekşem 9 Çile 2022 - 22:27

  • Dewleta Tirk a dagirker doh û pêr bi giranî Kobanê, gundewarên wê, gundewarên Girê Spî û Şehbayê topbaran kir. Di encama topbaranê de welatiyek şehîd bû û gelek welatî jî birîndar bûn. Hedefa artêşa Tirk bi van êrişan yekser xelk deverê bû.

Dewleta Tirk a dagirker pêr ji nîvrojê heta êvarê yekser êriş bire ser Kobanê û gundên wê. Di encama êrişên bi topan de welatiyek şehîd bû û 12 welatî jî birîndar bûn.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker pêr nîvroyê navenda Kobanê û gundên wê topbaran kirin. Artêşa Tirk di serî de navenda Kobanê kir hedef û paşê jî gundên di navbera navenda Kobanê û Girê Spî de. Wê bi topan êriş bire ser gundên Qeremox, Xanê, Til Hacib, Serzorî ve Gultepeyê.

Li gundê Xanê welatiyek şehîd bû. Navê welatiyê şehîd weke Îbrahîm Şerîf hat eşkerekirin. Di êrişê de 12 welatî jî birîndar bûn. 

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li navenda Kobanê, yên reqa û Minbicê. 

Di nava birîndaran de zarokê 4 salî Ebdo Hanifî jî heye. Ji ber top baranê lingekî Ebdo yê 4 salî hatiye birrîn. Gava ku êriş pêk hat Ebdo di devê beriyê xwe dilîst. 

Êrişên dewleta Tirk heta êvarê dewam kirin û doh ji nû ve dest pê kirin. 

Girê Spî û Kobanê dîsa topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh berêvarê gundewarên rojavayê Girê Spî û gundewarên rojhilatê Kobanê bi çekên giran topbaran kirin.

Heta kêliya nûçeya me dihat amadekirin jî topbaranê dewam dikir. 

Hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Arîda, Cirin, Qezelî, Zenobya, Hiriye û Ehmediye yên li rojavayê gundewarê bajarê Girê Spî topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker rojhilatê gundewarê bajarê Kobanê jî ji nû ve bi çekên giran topbaran kirin.

Êrişî Şehbayê jî kir 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Semoqa û Werdiyê yên Şehbayê topbaran kir.

Gava nûçeya me dihat amadekirin leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Semoqa û Werdiyê yên kantona Şehba bi hawan, top û moşekan bombebaran dikir. 

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.