Yekîtiya metnê û wêne: GOG

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 15 Adar 2021 - 01:32

Baş dizanim ku hûn ê bibêjin, ne hewce ye, jixwe em bi van tiştan dizanin. Tişt nabe, lê ez ê xwe bavêjim bextê seydayê mezin Ehmedê Xanî: “Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf / Li dinyayê tu nabî ne meşhûr û ne me’rûf.” 

Te dît, gava serê meseleyê vedibe û tê, dibêje reqqq xwe li zimên asê dike, gotina ku ewilî ji ser zar û zimanê me dipengize û dibêje çirppp xwe li rasta han datîne, ji sê payan du payên a ha werê qerase "gilî û gazin" in.

Nizam, wisa biçe Kurdî wê nemîne. Nizam, tu dibê qey bi navê Kurdî herf olanî* rêya xwe şaş nake û bi Amedê naxe. Nizam navê xwe Kurdî ye, lê peyva pê mezin dibe bi Tirkî ye... 

Hela tu lê! Tu dibê qey ne çêlikê/a Kurda ye! Eyba reş, fedya giran!

Heyra, eyb çi reş çi spî, fedî çi giran çi sivik... Erê, em baş dizanin ku gilî tên gotin ji bo bihîstinê. Lê gava "kirin" xwe lê neke xwedî, ê wek pelê çilo, bayek bê û bi çengura wî bigire û bê pirrr wî hil bike, jixwe tu yê di eynê xwe re jî dernexî û tu yê nizanibî bi ku ve jî çû...

qirççç...qirçç...qirç... qir... qi...q... Ø...Ø...Ø

Erê, em ne xerîb in. Em, ê hev in. Hem ji malekê hem jî ji halekî.

Hema em qet xwe vir de wê de nedin, û xwe nexapînin. Di vî barî de, em ji gazin û lomeyan re "o biçim" in û elhemdulilah kelkela me jî têra xwe heye. Ma ne heq e? Bêguman! 

Lê emel? 

Welle hê nehatiye bi aliyê me de.

Bi ya min, a rastî ne bi ya min jixwe gelek pispor, zana û ehlên vî karî giş bi xetên stûr xêz dikin ku di vî barî de emel berdewamî ye. Berdewamî jî, zarok in. Heger tiştek berdewamiya xwe tine be, zû yan dereng ê birize û biçe. 

Gelo ma pêkan e ku zarokek ji 7 saliya xwe heya 14-15 saliya xwe bê materyaline têkûz ên xwendinê karibe bi zimanê xwe re canêcanê be? Canêcanê be jî yê ti carî bi awayekî qewîn û xwerû nebe parçeyek ji jiyana wê/wî. 

Îja ji bo ku ev îş ji binî ve xera nebe û ji bo ku kevir ji binî ve baş bê edilandin, madem em bê dibistan in, nexwe piştî hokirina ewil a bi destê dê û bavan, ji bo dilbijîn û handaniyê afirandina kulîyateke xwendinê ye ji bo zar û zêçan. Ev, bivê nevê ye. Ya na em ê her gazinker û lomekar bin.

Mesela di vî barî de Weşanxaneya Hîva, Weşanxaneya Morî û Zarok TV, mesele xweş danîn, lê Kovara Wêneromanî GOG´ê teşxîs ji binî ve danî. Tişta ku heya niha nehatibû kirin, kir. Ne bi temamî zarok mehkûmî xwendinê, ne jî bi temamî mehkûmî dîtbariyê kir. Îşaret bi sekanseke girîng, bi yekîtîya metnê/tekstê û wêneyî/resmê kir. Ji lew re bîrbirin û têgihana dîtbarî, ji zarokatiyê ve qewî dibe. Zarok bi têgihana xwe ya dîtbarî pêwendiyê bi derdorê, bi cîhanê re datîne. Helbet zarok heya wextekî nikare bi tena serê xwe cîhana derveyî, tişta heyberî û tişta subjektîf ji hev derxe. Bi rêya zimên û têgihan, bûyer û qewimînên dîtbarî ji hev derdixe û bi vê jihevderxistinê hay ji cudatiyên navbera wan çêdibe. Îja ji bo xwendin û nivîsîn li ber dilê wan xweş bibe û dilê wan bibije xwendinê, pêdivî bi keresteyên bi vî rengî û xwedîderketin û berbelavkirina wan heye. Ev kereste wê me ji gilî û gazinan jî xelas bikin û wê nehêlin em xiyalşikestî bibin.

Helbet, ez nabêjim, li warê me şert û merc tev de "caeteris paribus"** in. Lê ji me gişan eyan e, heger em di vî barî de, hinekî şertan neşidînin û zend û bendan banedin, çend nifşên din jî wê têkevin ber vê kula reş (bişavtinê) û herin. Em ê bi hisreta gilî û gotineke Kurdiya Reş bin. Tew vê carê belkî bera jî li gotinên xwe yên jorê poşman bibim û bibêjim: "Kanî gilihvanî? Bi qurbana te û wî zimanî, te ev Kurmanciya delal ji ku anî..." 

* Çel li biwêja "deng olanî" dike.
** Caeteris paribus biwêja Latînî ye bi maneya "tiştên din hemû weke hev in". 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.