Yekgirtûyê îstifa kir
Çarşem 2 Mijdar 2022 - 03:32
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ya li parlamena Hewlêrê Kurdistanê ragihand ku wan îro bi fermî îstifaya xwe pêşkêşî serokatiya parlamenê kiriye, divê serokatiya parlamenê jî îstifayê bipejirîne.
Di 9’ Cotmeha 2022’yan de Parlamena Hewlêrê ji bo dirêjkirina dema xwe ya karkirinê civiya. Li gorî yasayê dema Parlamentoya Herêma Kurdistanê 4 sal e û di 6’ê Mijdara 2022’yan de bi dawî dibe. Di 9’ê Cotmehê de bi dengê 80 parlamenteran dema 5’an a xwe dirêj kir. Dema parlamenê heta 31’ê Kanûna 2023’yan hatiye dirêjkirin.
Komên Komela Dadgerî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û parlamenterên serbixwe tevlî civînê nebûbûn. Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di civîna rêveberiyê xwe de biryar da ku di 6’ê Mijdarê de ji parlamenê vekişe.
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistan a li parlamena Herêma Kurdistanê Dr. Şêrko Cewdet derbarê vekişîna fraksiyona xwe ya ji parlamenê ji Rojnewsê re axivî.
Şêrko Cewdet ragihand ku wan beriya niha bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ew ê xwe ji parlamenê vekişin, îro jî bi fermî îstifaya xwe radestî serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin.
Şêrko Cewdet got; “Dirêjkirina temenê parlamentoyê, biryarek ne yasayî û hemberî mafê dengdêran neheqî ye. Ev yek dirêjkirina gendelî û rewşa heyî ye, ji bo vê em qebûl nakin û ne amade ne vê dewam bikin.”
ROJNEWS/HEWLÊR