Yekem filmê li fezayê

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Cotmeh 2021 - 01:27

  • Dewleta Rûsya ji bo komek filmçêker bişîne fezayê û li wir filmek çêbike 5’ê mehê roketa “Soyuz MS-19” şand fezayê.

Dewleta Rûsya ji bo komek filmçêker bişîne fezayê û li wir filmek çêbike 5’ê mehê roketa “Soyuz MS-19” şand fezayê. Di koma hatiye şandin de 3 kes hene. Ev 3 kes dê 12 rojan li fezayê bimînin.

Di nav van kesan de lîstikvan Yulia Peresild, derhêner Klim Shipenko û kozmonot Anton Shkaplerov heye. Ew bi roketa “Soyuz MS-19” ji Kazakîstanê ber bi fezayê ve ango “Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS).” firiyan.

Lîstikvan Yulia Peresild û derhêner Klim Shipenko bi hev re dê di film de bilîzin.

Derhêner Klim Shipenko di sala 2019'an de filmê bi navê "Kholop" (Kole) kişandibû û li Rusyayê gelek hatibû temaşekirin, di vî warî de rekor şikandibû. Lîstikvan Yulia Peresild jî bi filmê "Sivastapol" navdar bûbû.

Mijara film bi vî rengî ye: "Doktoreke ku tu eleqeya we bi lêkolînên fezayê  re nîne ji bo kozmonotê qeyrana dil derbas kiriye rizgar bike dest bi gera li fezayê dike." 

Dema ev film bê kişandin dê li dinyayê bibe yekemîn filmê ku li fezayê hatiye kişandin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.