Yaray: Em tecrîdê û êrîşa ser Kurdî qebûl nakin

Çarşem 25 Îlon 2024 - 16:11

  • Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray bal bire ser çavnebariya bi dijminatî ya li ser ziman û çanda Kurdî û diyar kir zextên li ser ziman û çanda Kurdî ji tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne qut in û e wê ne tecrîdê û ne jî zilma li ser Kurdî qebûl nekin.

Sultan Yaray derheqê êrîşên li ser zimanê Kurdî got,’’MED-DER ji roja ava bûye û vir ve li zext û êrîşan dibin ser. Bi taybetî zext li mamosteyan tê kirin. Li gel vê yekê jî ti carî dest ji têkoşîna ji bo Kurdî bernedan. Wê dest jê bernedin. Têkoşîna hevalên me wê dewam bike. Zext û êrîş çiqasî zêde bibin jî Kurd wê ti carî dest ji ziman, nasname û çanda xwe bernedin. Sûc e ku gelek bi zorê, bi zextê ji ziman û çanda xwe bê dûrxistin. Li dijî Kurdan sûcê polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê tê meşandin. Em vê yekê qebûl nakin."
Sûltan Yaray ragihand ku bi gotinên îtirafkar Umît Akbiyik binçavkirin hate kirin û diyar kir ku Akbiyik amûreke û dewlet tenê weke bahaneyekê bi kar tîne. Sûltan yaray destnîşan kir ku sedema van zextan hemûyan tecrîd e û got, "Encamên tecrîdê ne. Heta ku tecrîd bi dawî nebe êrîşên li ser ziman û nasnameya me jî wê dewam bikin. Beriya her tiştî divê tecrîd bi dawî bibe û deriyên Îmraliyê bêne vekirin. Tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan polîtîkayên şer ên li dijî gelê Kurd xurt dike. Ji ber vê yekê divê em li her derê li ber tecrîdê rabin. Divê em xwedî li ziman, nasname, çand û dîroka xwe derkevin."ANF/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.