Yan wê biguhere yan wê hilweşe
Çarşem 21 Îlon 2022 - 21:33
- “Heger berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê dewam bike, rê li ber bernameyeke guherînê ya siyasî veke, pêvajoyeke nû wê dest pê bike”.
Endama Meclîsa PAJK'ê Ronahî Serhat li ser bûyerên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî ûş got, “Heger berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê dewam bike, rê li ber bernameyeke guherînê ya siyasî veke, pêvajoyeke nû wê dest pê bike”.
Serhat Ronahî li ser şehîdkirin Jîna Mehsa Amînî got, “Êrişa li dijî Jîna Amînî û hêrsa gel divê tenê bi Îranê neyê nirxandin. Ji aliyê Sûriye, Tirkiye û Iraqê ve jî bê nirxandin. Pêwîstî pê heye ku ji gelek aliyan ve bê nirxandin. Êrişeke li dijî tevahiya jinan e, di şexsê jinê de li dijî rûmet û hebûna civakê ye. Serê pêşî, li Kurdistanê girîng e ku li her deverê li dijî rejîmên dijminê jinê û dijminê gelan, çalakî bêne lidarxistin.
Mesele ne tenê ferzkirina çarşef yan jî nixumandina jinê ya ji aliyê rejîmekê ve ye. Rejîma Îranê bi her qanûn û kiryara xwe ya destûra bingehînî antî-demokratîk e, li dijî azadiyê ye. Weke rejîma herî zayendîperest, rejîmeke zilmê ye ji bo jinan. Hovîtî, destavêtin û destdirêjiya mêr a li jinê, ji bo rejîmê caîz e. Rejîma Îranê êdî ne bi teşhîrkirine ne jî bi rexnekirinê nikare bi esasî bê guhertin. Rejîmeke li dijî mirovahiyê ye. Pêwîstiya xwe bi lezgînî bi demokratîkbûnê heye. Hem ji bo mafên azadiyê yên civaka Îranê hem jî ji bo mafên gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku hatine desteserkirin, divê bikeve nava pêvajoyeke bingehîn a demokratîkbûnê. Jin, ciwan, Fars, Kurd, Azerî, Belûc temamiya civakê êdî guhertinê li rejîmê ferz dikin. Civaka Îranê ku xwedî rabirdûyeke herî qedîm a çandî dîrokî ya Rojhilata Navîn e, dikare rejîma paşverû biguherîne, derbasî sîstemeke demokratîk bibe, xwerêveberiya gelê Kurd, mafên kolektîf bi destûra bingehîn ewle bike û jiyaneke hevpar ava bike. Nexasim jin û ciwan, civaka Îranê demokrasî û azadiyê dixwaze. Ji ber vê yekê nerazîbûna li hemberî êrişa li dijî Jîna Amînî bi lez li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû. Dewleta Îranê bi tundiya leşkerî, darvekirin û zexta siyasî nikare pêşî li hesreta civakê bigire. Jin, gel êdî nema dikarin vê rejîmê hilgirin.
Serhildanên gel wê dawiyê li statukoparêzan bînin
Mijara esasî ya ku divê bê nirxandin ew e ku li dijî êrîşa li jinê di serî de li Tehran, Meşhed, Rasht, Paveh, Bane, Bokan, Kamyaran, Dehgolan, Sinê, Seqiz, Gîlan, Şîno û Kirmaşan, Ûrmiye, Mehabad, Bîcar, Dîwandere, Îsfahan, Pîranşar, Nexedê li gelek deveran civak rabû ser piyan û helwêsteke exlaqî-polîtîk nîşan da.
Dewamkirina berxwedanê heger rê li ber bernameyeke guherînê ya siyasî veke, ji bo Îranê bide destpêka serdemeke nû. Li Îranê jin û gel êdî dixwazin bihara azadiyê, cejna azadiyê pîroz bikin. Ev rejîm ya wê bê guhertin, ya jî wê bê hilweşandin. Hem ji bo demokratîkbûna navxweyî hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi guherînê heye. Serhildanên gel ên li Îranê, wê rejîmên statukoparêz ji holê rake û demokratîkbûna Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêka Kurd xurt bike.”
ANF/BEHDÎNAN