Xweziya xwe bi Meryem Xan dianî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Îlon 2022 - 22:00

  • Li gorî Dayê Besê Bûdak, dengbêjiya resen ji Botanê derketiye û li derûdorê belav bûye. Ew dengbêjên jin ên Botanê yên weke Meryem Xan û Xoxê bi bîr dixe û dibêje, divê ciwan xwedî li rêûresma dengbêjiyê derkevin.

RÊBER COLEMÊRG / ANF/MEXMÛR

Dayê Besê Bûdak ji xelkê Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Kampa Mexmûrê) ye. Ew ji şairên wargehê ye, yan jî weke îro êdî ji şairên gelêrî yên  Botanê re dibêjin, ew yek ji dengbêjên wargehê ye. Em bi wê re peyivîn û wê jî behsa dengbêjiya Botanê û serpihatiyên xwe kir. Dayê Besê Bûdak, dibêje, ew qederê 35 salan in bi çanda dengbêjiyê re heval e û hestên xwe yên li ser vê yekê parve kirin. 

‘Dengbêjî çanda me ya kevnar e’

Dayê Besê diyar dike ku wan di zarokatiya xwe de bi şahî û pîrozbahiyan guh dida dengbêjan û ew roj wiha bi bîr anîn: "Me gotinên wan dubare dikirin û di hişê xwe de digirtin. Ji ber ku dengbêjî bi devkî ye, yanî nivîsandin û xwendina wê tine bû. Ev bi sedan sal in dengbêjî bi awayekî devkî, heta roja me ya îro hatiye. Ji ber vê yekê divê ciwanên me xwedî li dengbêjiyê derkevin, dengbêjî çanda me ya kevnar e û me heta niha bi vê çandê rêûresmên xwe parastine.” 

Tesîra Xoxê û Meryem Xanê

Dayê Besê dide zanîn ku li Botanê xelk hemû di dema şahî û govendê de dihate ba hev û heta derengiya şevê bi rêya dengbêjiyê, serpêhatî û çîrokên Ristemê Zal, Mîrza Mihema, Hesen Şerefî û yên din digotin û wiha pê de çû: “Me jî di zarokatiya xwe de guhdarî dikir. Botan bi dengbêjiya xwe tê naskirin û gelek cûreyên dengbêjiyê yên wek Xeyîbî, Payîzok, Heyranok û yên din hene. Dengbêjiya herî resen ji Botanê derketiye û li derûdorê belav bûye. Gelek dengbêjên jin ên Botanê hene û hinek ji van jî Meryem Xan û Xoxê ne. Xoxê li Başûrê Kurdistanê wek Nesrîn Şeranî tê naskirin. Dema ku me dayikan hemûyan guhdariya van jinên dengbêj dikir, me digot xwezî ku me jî bikariya kilamên dengbêjiyê bigotina û dengê me li tevahî cîhanê belav bûya.

Dengbêjî li ser bûyerên berê yên weke nexweşî, êş û janan hatiye gotin. Me pirê dayikan li ber mehdika zarokên xwe dilorand, yan jî dema li ser rêyan diçûn cihekî, yan jî li ser êşên xwe û zarokên xwe dilorand û heta ku bi vî awayî, dengbêjî bi pêş ket.”

Di koma dengbêjiyê de cih digire

Dayê Besê di dawiya axaftina xwe de got, dema ew koçberê wargehê bûne, wan bi derfetên xwe yên wê demê navenda çandê ava kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me bi heriyê menzel li navenda çandê çêdikirin. Lê ji ber kar û barên cuda, min nedikarî bikevim koma dengbêjiyê ya navenda çandê. Lê piştre li ser daxwaza hevala xwe, ez tev li koma dengbêjiyê bûm. Em nêzî 10 jinan û 10 mêran di komê de bûn. Em wek koma dengbêjiyê carinan diçûn Silêmanî, Dihok û Ranyayê û me kilamên dengbêjiyê li wan bajaran digotin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.